Li gorî xeberên di medyaya sosyal da digerin sibe ewê bangeke, beyaneke serokê PKK´ê Evdila Ocalan were belavkirin.
Dibêjin Evdila Ocalan di banga xwe da ji PKK´ê daxwaza dawîanîna şerê çekdarî dike.
Di banga xwe da Evdila Ocalan çi gotiye, ji PKK´ê, ji PYD´ê, ji HSD´ê çi xwestiye ez nizanim.
Lê ez tiştekî texmîn dikim, dixwazim wê texmîna xwe, wê baweriya xwe bibêjim.
Bi baweriya min heger banga Evdila Ocalan ne bi dilê serokên Tirkiyê bûya ewê nehîştana were belavkirin. Tirk bangeke di xêra kurdan da bi Evdila Ocalan nadin kirin.Yanî heger Evdila Ocalan li dijî berjewendiyên tirkan tiştek gotiba bang nedidan belavkirin. Banga bi dilê tirkan be li dijî berjewendiyên miletê kurd e, miheqeq ne li xêra kurda ye.
Ji ber ku bang li gorî dilê wan e hîştin li ser navê Evdila Ocalan tiştekî wiha were belavkirn. Belkî jî wan bi xwe nivîsî be û li ser navê Evdila Ocalan belav dikin.
Lê bi îhtîmaleke mezin Qendîl û hin kesên bi hin demagojiyan ewê gotinên Ocalan biparêzin.
Lê hêvî dikim ev texmîn û analojiya min ne rast be, şaş be.
Îcar banga, tiştê bi dilê Tirkiyê, bi dilê Erdogan be miheqeq li zirara kurda ye. Ez wiha difikirim.
Ez bawer nakim Erdogan-Bahçelî ji bo kurdan tiştekî baş qebûl kiribin. Me ji devê wan tiştekî wiha nebihîstiye.
Ya din banga Evdila Ocalan ne ya dewletê ye, lema jî tu giraniyekê wê tune ye. Evdila Ocalan tu mafekî nade kurdan, tenê kane
ji hevalên xwe ra bibêje teslîm bibin.
Lema jî ji bo me ji banga Evdila Ocalan muhîtir Tirkiye çi qebûl dike, çi sozê
dide kurdan?
Tirkiye ne li dû çekdanîna PKK´ê ye, li dû têkbirina statuya Kurdistana
Rojava ye.
Erdogan dixwaze bi alîkariya Evdila Ocalan dawîyê li desthilata
kurdên Kurdistana Rojava bîne. Ji bo vê armancê Evdila Ocalan xistine dewrê, ne ji bo
çekdanîna PKK´ê.
Çekdanîna PKK´ê maske ye, ji bo pilanên xwe yên li ser Kurdistana Rojava pê veşêrin.
Tirkiye dixwaze şerê PKK´ê heta heta dom bike. Çimkî bi hebûna şerê PKK´ê mohra terorîzmê li însanan dixînin, bi vê mohrê bi hezaran însan xistine zindanê.
Yanî hebûna şerê PKK´ê ji bo Tirkiyê kar e,
ne zirar e. Lema tirk ne li dû PKK´ê, li dû teslîmgirtina PYD´ê, HSD, QSD´ê ne. Ji bo wê ye Evdila Ocalan aktîf kirine, li ser navê wî beyanan didin
belavkirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar