Mahcirên Balkanî û Kafkasî bela xwe ji me venakin, dixwazin em kurd jî wek wan eslê xwe, nasnameya xwe înkar bikin, wek wan xwe bikin tirk. Miletê kurd bêrûmetiyeke wiha tu carî qebûl nekiriye û ewê neke jî.
Berê gotin miletekî bi navê kurd tune ye. Ev derewa wan cî
negirt, ji mecbûrî dev jê berdan. Nuha jî dibêjin efendim zaza ne kurd in.
Law virekên ber tenûrê, pêsekinîyên xelkê, zaza kurd in, ne kurd in çi ji we
ra?
Ma hûn dikin dikin eslê me bi me bidin fêrkirin?
Dev ji eslê zaza berdin, secera xwe bibêjin, hûn kî ne, esl û feslê we, bezê guhê we ji ku ye?
Hûn ji Balkan û Kafkasan ji ber xelkê reviyan, hatin li van
deran sitirîn. We di cî da ruhê xwe firot, we eslê xwe înkar kir.
Zaza wek we ne heramzade ne, ji bo malê dinyê xwe nafroşin,
bi kurdbûna xwe serbilind in.
Ji bo ku kurd jî wek we eslê xwe înkar nakin bi we zor tê.
Lema hûn hewqasî neyartiya kurdan dikin.
XXX
Şansê(siûda) feqîran hebûya gîsnê wan di axa nermda nedişkiya.
Siûda me kurdan hebûya hin kesên bêkêr û bêmarîfet û hin
tirk û erebên xerîbên civata me nedibûn siyasetmedar û serokên me.
Siyasetmedarê ne ji miletê meriv,ne erbabê karê xwe ji karê
bêtir zirarê dide micadela milet.
XXX
Şêx Murşîd Xeznewîyê hêja ji bo yekîtiya miletê xwe, ji bo
azadî û serxwebûna miletê xwe ranaweste; ji bo miletê xwe karekî pir pîroz
dike.
Do jî çûye serdana Laleşê. Serdaneke tarîxî ye, gaveke bêemsal
e. Şêxê hêja pîroz dikim.
Ji miletê me ra alimên, rêberên wiha lazim in.
Ev jî lînka axaftina wî ye.
Dr. Şêx Murşid Xeznewî: Rojavayê Kurdistanê di hembêzaHerêma Kurdistanê de ye
XXX
Li Xarpêtê hin alîgirên ”Elazigsporê” di maçê da êrîşî
lîstikvanên Wansporê kirine, dûra jî êrîşî otobozên Wansporê kirine.
Dewletê bi pilan demagrafiya Kurdistanê guhert, bi
sedhezaran mahcirên balkanî û kafkasî li hin bajarên Kurdistanê bicî kirin. Yên
bi destê dewletê û hêzên faşîst êrîşî kurdan dikin ev mahcirên balkanî û kafkasî
ne. Ji bo tiştên wiha bikin dewlet wan bi kar tîne.
Rêxistina Wanê ya DEM Partiyê û Baroya Wanê bi tundî êrîş şermezar
kirine. Baş kirine, dibê meriv bêdeng nemîne. Taximên din jî dibê bûyerê şermezar
bikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar