Serokê Hudaparê Zekeriya Yapicioglu, li Enqerê bi Platforma
Dostên filistîniyan ra hevdîtinek kiriye. Bi filistîniyan ra, bi dostên wan ra hevdîtinan, civînan çêdike, lê belê tu carî bi heyeteke kurdên Kurdistana
Rojava ra hevdîtinê nake.
Ji bo wan tu carî beyanekê nade. Tu dibêjî belkî 3 milyon kurdên binxetê neyarên wî ne. Ji bo wê jî dilê wî tu carî halê wan naşewite.
Tirkiye her roj Rojava bombebtran dike. Îro jî gundekî Kobanê bombebaran kirine, 6 zarok birîndar in. Zarokek 3 salî ye.
Zekerîye Efendê van êrîşên Tirkiyê protesto nake, beyanekê
li dijî van êrîşan nade. Lê hefadiya, paşmêriya filistîniyan dike.
Însan çawa kane hewqasî neyarê qewmê xwe be, çawa kane
hewqasî bibe zilamê xelkê aqilê min nagire.
XXX
Di 4´ê sibatê da li Swêd, li bajarê Orebroyê 10 kes hatibûn
kuştin, 5 kes birîndar bûbûn. Ji birîndaran dudu kurd in.
Di 4´ê sibatê da swêdîyekî bi navê Rickard Andersson li
bajarê Orebroyê, di Dibistana Risbergskayê da 10 kes kuştin, 5 kes jî birîndar
kirin, dûra jî xwe kuşt.
Pûlisên swêd do nasnameyên kuştî û birîndaran eşkere kir.
Li gorî xebera malpera Rûdawê ji birîndaran dud kurd in.
Di nav kuştiyan da jineka ji Kurdistana Rojhilat jî heye. Navê wê Ezîza ye, 68 salî ye û mamosteya matamatîkê bûye.
XXX
Wahşet û terora Tirkiyê nasekine. Îro dîsa gundekî Kobanê bombebaran kirine. Birîndar pir in. Di nava birîndaran da 6 zarok hene. Zarokek 3 salî ye.
Tiştê Tirkiye dike terorîzma dewletî ye, jenosîd e. Dixwazin
Kurdistanê vala bikin.
Tirkiye ne Kurdistana Rojava tenê, Kurdistana Başûr jî bombebaran dike. Ji ber êrîşên Tirkiyê do 3 gundên Akrê hatine valakirin. Mêrikan çavên wan me dibirre, her roj gund û bajarên kurdan bombebaran dikin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar