08 februari 2025

Ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin !


Li Tirkiyê û li Kurdistanê dema hilbijartina dersa hilbijartî ya kurdî dest pê kiriye. Malbat kanin heta 17´ê sibatê li dibinstanên seretayî ji zarokên xwe ra dersên kurdî hilbijêrin.

Partiyên siyasî, saziyên sivîl û hin aktivîstên zimanê kurdî ji bo malbat ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin dest bi kampaniyekê kirine. Bi hin çalakiyan ban malbatan dikin, dibêjin ji zarokên xwe ra dersa kurdî hilbijêrin.
Xebateke baş e, lazim e, dibê meriv bike û lê xebateke pir derengmayî ye; dibê berfireh bibe û bidome.

Li Bakurê Kurdistanê ji bo zimanê kurdî seferberiyeke giştî lazim e. Partiyên siyasî, saziyên siwîl û zanayên kurd dibê bi rengekî pir cidî pêşengiya vê xebatê bike.

Dewlet bi rehetî nahêle di dibistanan da dersa kurdî were hilbijartin. Dibê kurd bi şiklekî organîze zorê bidin ser hukûmetê.

Kurdan heta nuha zimanê xwe îhmal kirin, lema jî asîmîlasyon zû bi pêş ket. Di pêşketina asîmîlasyonê da sûcê kurdan, yên siyasetmedarn ji yê dewletê mestir e.

XXX

Li Enqerê 33 kes bi alkola sexte mirine. Ji serê salê da ye li Stenbol û li Enqerê jimara kesên bi alkola sexte mirine derketiye 103 kesan. Felaketeke mezin û bêemsal e.

Li Tirkiyê jiyana însanan di talûkê da ye, çarhawêl kemîn e.

Sîstemê însan pir zalim û bêexlaq, bêûjdan kirine. Însan ji bo pera sextekariya nekin tuneye.

Masî ji serî da genî dibe. Dûzana zalim, sextekar civatê jî bi xwe ra dihewisîne sextekariyê. Tu kera li ba hev girêde ewê ji hev fêr bibin tirr û fisa.

XXX


Şêx Muşrîd Xeznewî li Hewlêrê çûye serdana Şêx Mensûr Berzencî. Şêx Mensûr Berzencî piştgiriya xwe ya ji şoreşa Kurdistana Rojava ra îlan kiriye.
Ji navê Şêx Mensûr Berzencî xuya dibe ew yekî ji malbata Qiralê Kurdistanê Şêx Mahmûd Berzencî ye.

Hevdîtina wan pir muhîm e. Demeke deng ji Şêx Murşîd Xeznewî dernediket. Min meraq dikir. Baş e va ye di nava xebatê da ye. Di vê demê da xebata kesên wek wan pir bi tesîr e.

Hêvî dikim alimên me jî wek yên xelkê di riya azadiyê da pêşengiya miletê xwe bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE