07 februari 2025

Heger piçek aqil di serê erebên Sûrî da hebe ewê bi kurdan ra li hev bikin

Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê Murhif Ebû Qesre(mêrik heta do terorîstekî li dera hanê bû, nuha bûye wezîrê parastinê)gotiye, ”şerê bi HSD´ê ra Sûriye ewê bibe gola xwînê."

Rast gotiye. Tirk ereban dahfî vî şerî didin, dixwazin Sûriyê cara duduya bikin gola xwînê.

Hêvî dikim ereb neyên lîstika tirkan û sîstema federal qebûl bikin. Heger viya nekin, Sûriye bi rastî jî ewê bibe gola xwînê û HTŞ jî li ser hukim namîne.

Ji bo kurdan jî bêyî serxwebûnê tur riyeke din namîne.

Tercîh ya serokên HTŞ´ê ye, ya ewê mafê kurdan yê netewî qebûl bikin ya jî ewê Sûriyê bikin gola xwînê. Ew bi kêfa xwe ne.

Heger piçek aqil di serê serokên HTŞ´ê û erebên Sûrî da hebe ewê li têla tirkan nexin û bi kurdan ra li hev bikin.

Heger viya nekin, Sûriye bi rastî jî ewê bibe gola xwînê û HTŞ jî li ser hukim namîne. Ji bo kurdan jî bêyî serxwebûnê tur riyeke din namîne.

XXX

Aqilê serokên HTŞ´ê û yên çeteyên din hebe ewê hevza xwe ji tirkan dûr xînin, xwe nexin torra wan.

Heger serokên HTŞ´ê û hevalên wan gurra tirkan bikin, li gorî daxwaz û taktîkên wan hereket bikin, tirkan bikin rêberên xwe yên siyasî û leşkerî ewê malikê li xwe xera bikin. Şer naqede, Sûriya wêran bûye ewê wêrantir bibe, ava nabe.

Dibê demidest tirkan ji xwe dûr xin û bi amerîkiyan û ewrûpiyan ra bixebitin, guh bidin dîtin û pêşniyarên wan. Ancax ew kanin Sûriyê ava bikin û aştiyê, demokrasiyê lê bi cî bikin.

Yê qijik bike rêberê xwe pozê wî ji gû dernayê. Dibê erebên Sûriyê viya baş bizanibin.

XXX

Pûlisên Swêd îro jimar û nasnameya kesên di 4´ê mehê da li bajarê Oreboroyê di êrîşeke çekdarî da hatibûn kuştin eşkere kir.

Kesên hatine kuştin 7 jin in, 3 mêr in. Qatil jî xwe kuşt, li ser hev 11 kes hatin kuştin. 5 kes jî birîndar in, di nexweṣxanê da tedawî dibin.

Qatil swêdîyekî bi navê Rickard Andersson e û 35 salî ye.

Navê wî yê eslî Jonas Simon bûye, dû ra guherîye, kiriye Rickard Andersson.

Li Swêd, xerîb, swêdî her kes hîn di şokê da ye. Kesî bawer nedikir li Swêd rojekê qetlîamek wiha biqewime. 

Lê qewimî û ez ditirsim ev ne ya dawî be jî. Zemîna êrîşên wiha heye.

Li gorî agahiyên Rûdawê, du jinên kurd jî di nav kuştiyan da hene Yek ji Rojhilatê Kurdistanê ye, yek jî ji Başûrê Kurdistanê ye. Ji 5 birîndaran jî dudu kurd in.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE