07 februari 2025

Navê min Cemal Sureya

Navê min Cemal Sureya.

Cemoyê Kurd dibêjin ji min ra.
Elewî û kurd im.
Zaza me jî.
Gelek kes nizanin vî aliyê min.
Biçûk bûm û em sirgûn bûbûn.
Ji hevalên xwe ra bûm mijara pêkenînê tim.
Jixwe navê Cemoyê Kurd jî wan li min kirin wek naznav.
Rehettir henekê xwe bi min dikirin.
Ez bi vî hawî mezin bûm.
Bêdê, bêbav.

Di her dîtina zarokê biçûk da digrîm ez.
Jiyana di zaroktiya xwe da nikanîbûm bijîm. Kînga malbateke bextewar dibînim, wê gavê dikşînim rismê wê.
Tenê ferqeq heye, ew ferq çi ye hûn zanin?
Her car çargoşeya(qareya)rismê ez digrim eynî ye.
Bi qelema xwe digrim çimkî...
Ew qelema min a ji şûr bihêztir.
Xem heye çimkî di wê çargoşeyê(qareyê) da…
Hêsir heye…
Bîstek berê dema dihatim, min rismek girt, dixwazim wî rismî bi we ra parve bikim.
Li rawestgehê sê kes hebûn.
Mêrik, jinik û zarok…
Destên mêrik di bêrîkê da.
Jinikê bi destê zarok girtibû.
Mêrik xemgîn.
Nola sitranên xemgîniyê xemgîn.
Jinik bedew.
Mîna bîranînên xweş xweşik.

Zarok
Wek bîranînên xweş xemgîn.
Wek kilamên xemgîn xweşik.

A wiha jiyana xoşewîst.
Nuha biryara ya we ye.
Navê min ya dibe Cemoyê Kurd û ezê dom bikim ji dera lê mabûm jiyana xwe, ya jî hûnê navê min bikin Cemal Sureya, ewê nikanibin jibîrbikin min heta dikevim 100 salîya xwe.

Çimkî ez zanim ku jiyan kin e, çûk difirin…
Cemal Sureya

Wergera ji tirkî
Zinarê Xamo
2025-02-06

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE