Ji zû da bû telefona min fena ku umrê xwe temam kiribe, carnan baş nedixebitî; dengê min carnan nediçû yê hember, carnan jî qut dibû.
Min dixwest telefoneke nuh bikirim, lê lawikê me yê biçûk Rojen nedihîşt, digot telefona te dixebite, çima tu yê pêşek pere bidî telefoneke nuh.
Du roj berê Xwedê ya dilê min da min, telefona min dîsa arize kir û min tavilê yeka nuh, dîsa Samsungek kirî.
Telefona min a berê Samsung S10 bû, min di nîsana 2000´î da kirîbû. Di wexta xwe da telefoneke ne xerab bû û min pir jê hez dikir.Sê roj berê min telefonî tuxtora diranan kir, got dengê te nayê.
Min telefonî hevalekî kir got, wî jî dengê te nayê. Ji bo ceribandinê min telefonî xanimê kir, wê jî got dengê te nayê.
Li ser vê, di cî da min telefonî şîrketa xwe Comvîkê kir,
min got hal mesele ev e, telefona min baş naxebite, deng tê min, lê dengê min
naçe yê hember, carnan diherê,carnan naçê, qut dibe.
Min telefon baş xerab nîşan da, çimkî min dixwest bibêje yeka nuh ji te ra
lazim e.
Camêr li min gudarî kir, dûra jî got, telefona te umrê wê temam bûye, dibê tu
yeka nuh bikirî.
Min got baş e. Got nuha kampaniyek baş heye, em telefona Samsung galaxy S24 FE û tabletekê jî pê ra belaş
didin.
Xoretekî xiristiyanê ji Sûriyê bû. Min got bavê te ji kîjan bajarî ye nizanîbû. Camêr pir qedrê min girt, ji min ra baş erzan kir.
Min pêşniyar qebûl kir û telefona xwe kirî. Telefon do hat. Hewqas zû, ez
matmayî mam.
Zarok qeherîn, gotin çima te ji me ra negotiye, belkî tu hatibe xapandin, filan
û bîvan.
Lê gava bala xwe dan bazara min, gotin tu rastî merivekî baş hatiye, him
telefona te pir baş e, him jî te pir erzan kiriye.
Abonetiya min 24 meh e, ezê mehê 339 kr. bidim.
Bazara min kiriye baş e, lê telefon mezin e, ekrana wê 6,7 e. Li gorî telefona
min a berê hebekî mezin e, lê ez bawer dikim ezê hêdî hêdî fêr bibim.
Kirîn rehet bû, lê vekirina wê pir zor e. Heger îro Rojen nehata ne mimkûn bû
min kanîbûya bixebitanda.
Ji bo ku meriv numreyên di telefona berê û hemû appên
din têxe telefona nuh zanîneke pir lazim e.
Xwedê kir Rojan ji heq vî karî
derdtê, ne ew bûya minê nikanîbûya li hev ragirta, ezê perîşan bibûma.
Telefona berê 5 sal umir kir, hela binêrim evê çand salan li ber xwe bide.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar