Di wext û zemanekî berê da di axurekî da çend ker dijiyan. Rojekê, dahşikekî dev ji xwarina êm berda û roj bi roj zeîf bû. Guhên wî bi berda hatin, tu nemabû ji ber bêhêziyê bikeve erdê.
Bavê wî roj bi roj ferq dikir halê lawê wî ne tu hal e, xwest sebebê vê yekê
bizanibe.
Lawê xwe kişand qunçikekî êxur, xwest bizanibe derdê wî çi ye, ji bo çi êmê xwe
naxwe?
Jê pirsî:
Ez cehê herî baş jî didim te, tu dîsa jî naxwî. Derdê te çi ye ji bavê xwe ra bibêje.
Çima tu vê ezabî bi xwe didî kişandin, çima tu êmê xwe naxwî?
Qey yekî tu aciz kiriye?
Lawê wî serê xwe bilind kir, ji bavê xwe ra got:
-Erê bavo, însanan…Însan min gelkî aciz dikin…
Bavê wî matmayî ma, jê pirsî:
-Çi xerabiya însên gihîştiye te lawê min?
-Lawê wî bersîv da bavê xwe, got:
-Henekên xwe bi me keran dikin bavo. Ji wan kî xerabiyekê dike jê ra dibêjin ker. Bi rastî ma em ker hewqasî xerab in?
Ji ehmeq û bêmejiyên xwe ra jî dibêjin ker. Lê em ne ehmeq û bêmeju ne. Em bêwestan dixebitin, her tiştî, başiyê, xerabiyê fêm dikin. Xerabiyê bi kesî nakin. Lê dîsa jî navên ehmeqên xwe li me dikin. Ev yek bi min zor tê, min pir diêşîne.
Bavê wî baş li lawê xwe guhdarî kir, kûr û dûr fikirî, nizanîbû ewê bersîveke çawa bidê. Guhên xwe çend livand, çend caran bir û anî, bi henûnî, wek aqilmendekî got:
-Lawê min, Xwedê însan ji hemû mexlûqatên din serdestir xuliqand. Lê însên pir zirar dan xwe, dest pê kirine zirarê didin mexlûqatên din û me keran jî.
Wek numûne, ma te di jiyana xwe da kerê pereyê birayê xwe dizîbe qet dîtiye?
Ma te qet dîtiye ji bo ku hin ker zeîf in kerên xurt zulmê, neheqiyê li wan bikin, ya jî ji bo ku fikrê wan naecibînin îşkenceyê li wan bikin?
Ma te kerê di nabêna keran da cudahiya reng, cinsîyetê, dîn, zimên dike qet dîtiye?
Te qet lûtkeya(zîrweya) kerên nizanin ji bo çi civiyan e dîtiye?
Ma te kerê ji welatên din ra sîxuriyê dike, ji kerên welatê
xwe ra kemînan, komployan hazir dike qet dîtiye?
Ma te kerê malbata xwe li ser asasê mezhebî ji hev biqetîne qet dîtiye?
Tiştê însan dikin, ker nakin. Ma te dîtiye sûcên însan dikin ker jî bikin?
Însan hikmeta xuliqandina xwe nizanin û li gorî wê hereket
nakin. Ji ber wê jî lawê min, ez dixwazim tu aqilê xwe yê kerîtiyê bi kar bînî.
Û ez dixwazim tu serê min û serê diya xwe bilind bikî. Tu, ”ker kurê kera
bimînî.”
Lawê min, dev jê berde, însan çi dibêjin bira bibêjin. Ji bo me ya muhîm û
çavkaniya fexrê em li kesî derewa nakin. Em kesî nakujin. Em diziya kesî nakin.
Em paşgotiniya kesî nakin. Em ji kesî ra xebera nadin. Û em di nava birîndaran
û miriyan da bi kêfxweşî dans jî nakin.
Ev gotinên bavê tesîreke mezin li kurê wî kir, dest pê kir êmê xwe xwar. Û ji
bavê xwe ra got:
-Erê bavo, ezê wek te bimînim. Ezê bi ”ker kurê kerê”tîya xwe îftîxar bikim û
ez ezê bimrim, bibim ax, ezê nekevim dojeha(cahnima) însan û kevir tê da dibin
ardû.
Di medyayê da es rastî vê çîrokê hatim. Kêfa min jê ra hat. Min adepteyî kurmancî kir.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar