Wezîrê pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl gotiye, “Hemû pêşmerge û yekîneyên 70 û 80´î ewê heta dawiya 2026´a di bin banê Wezareta Pêşmergeyan da bibin yek.”
Yanî yekîtiya pêşmergeyan ji bîr bikin. Taloqkirina du salên din tê wê maneyê.
Çima ne nuha, çima heta du salên din?
Heger nêta wan a avakirina artêşeke netewî, hukûmeteke netewî, dewleteke netewî hebûya 33 sal in ev mesele dirêj nedikirin û nuha jî taloqî du salên din nedikirin.Heta ev herdu malbat li başûrê Kurdistanê desthilatdar bin hukûmeteke netewî, artêşeke netewî çênabe.
Herdu malbat jî naxwazin dev ji kursiyên xwe, desthilata xwe berdin. Ne mala Barzanî, ne jî mala Talabanî qebûl nakin hukum ji destên wan derkeve. Heta bikanibin ewê nedin...
Baweriya min ev e, hêvî dikim min şaş derxin û hêzên xwe bikin yek.Di dawiya 2026´a da jî ewê hincetekî bibînin, du salên din dirêj bikin.
Bi baweriya min malbata Barzanî û Talabanî ewê tu carî dev ji desthilat, pêşmerge
û hukûmetên xwe yên şexsî, malbatî bernedin. Vê rasiyê eşkere nabênin yekîtiya
di 33 salan da çênebû, piştî du salên din jî ewê çênebe.
Amerîka, fransa ewê vê yekê qebûl bike ya na ez nizanim.
XXX
Li gorî beyana dawî ya pûlisê Swêd jimara kuştiyên li bajarê
Orebroyê li dibistana Campus Risbergska komvuxê” derket 11 kesan. Qatilê êrîş
kiribû jî di nav kesên mirî da ye. Piştî êrîşê qatil bi xwe kuşt.Birîndar 5 kes
in. Lê ev jimar hîn baş ne diyar e.
Pûlis heta nuha nasnameyên kesên hatin kuştin û ya qatil eşkere
nekiriye. Tenê dibêje qatil yekî 35 salî ye, bêkar e û psîkolojiya wî ne baş bûye.
Bi qasî meriv ji beyanên pûlis fêm dike qatil yekî swêdî ye
û yên hatine kuştin jî xerîb in.
Vê trajediya mezin swêdî, neswêdî, her kes xemgîn kiriye û
xistiye nav fikarê û bêhuzûriyeke mezin. Însan ditirsin bûyerên wiha dubare
bibin.
Di medyaya sosyal da li ser bûyerê gelek dezenformasyonên
nerast, derew belav dibin. Ev yekî însanan pir bêhuzûr dike.
Swêda 50-60 sal berê bû xewneke şîrîn. Ew Swêda berê ewê tu
carî bi paş da neyê.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar