04 februari 2025

Li Swêd li bajarê Orebroyê di êrîşeke çekdarî da gelek kuştî û birîndar hene


Li bajarê Swêd Orebroyê di êrîşeke çekdarî ya di ser dibistanekê da herî kêm10 kes hatin kuştin û gelek kes jî birîndar in. Jimara kesên kuştî û birîndar hîn baş ne diyar e.
Swêdî di şoqek mezin da ne. Tiştê pir jê ditirsiyan qewimî.   

Li gorî agahiya pûlis êrîş danê nîvro, saet di 12.30´î da çêbû. Yekî çekdar ket hundur dibistana bi navê ”Campus Risbergska komvuxê” û xwendekarên dibistanê gulebaran kir.

Campus Risbergska komvux, dibistaneka belediyê ya ji bo kesên mezin e, xwendekar pirranî xerîb in.

Pûlis dibêje piştî êrîşê êrîşkar xwe kuştiye. Navê êrîşkar hîn nehatiye eşkerekirin.

Pûlis êrîşkar nas nake, navê wî li ba pûlis tuneye. Sîleha di êrîşê da hatiye bikaranîn bi ruxset e.
Bûyerên wiha bêtir li Amerîkayê dibin. Li Swêd bûyerên wiha nabin. Lê wa ye bû û kane kane gelek carên din jî bibe. Li Swêd êdî kes xwe di ewlehiyê da his nake. Di meha borî da tam 33 teqîn çêbûn. Bi sedan xanî, mal, dikan wêran bûn. Herba çetan berdewam e, rojê yek dudu tên kuştin.
Herba çeteyan bûye sebebê jimara kesên li dijî xerîban e pir zêde bûne. Çimkî jimara xerîban ji ya swêdiyan bihurîye. Li gelek ciyan meriv nizane vira Swêd e. 

Di tarîxa Swêd da cara pêşî ye êrîşeke wiha mezin dibe. Pûlis hîn nav û rismên kesên hatine kuştin belav nekiriye, lê ji ber ku dibistan ”komvux” e, bi îhtîmala mezin kuştî û birîndar giş xerîb in. Lê ev yek hîn ne zelal e.

XXX

Rast, çep, dîndar, faşîst, lîberal yanî tirkên ji her fikrê, ji her îdeolojiyê bi şev û roj dua dikin Trump alîkariya Amerîkayê ji ser kurdan qut bike û ji Tikriyê bibêje, heyra hûn çi tînin serê kurdan hûn serbet in, bi destê xwene.

Lê Îsraîl îşê wan xera dike, Netanyahu nahêle Trump vê biryarê bide

Tirk dibêjin, Îsraîl bûye bela serê me, ne Îsraîl ba Trumpê alîkariya kurdan nekira. Lema dixwazin bi Netanyahu ra bazerekê bikin, qismekî Sûriyê bidin Îsraîl, îsraîl çiqas erd bigire dengê xwe nekin ji bo ku destûra êrîşa ser kurdan ji Trump û Netanyahu bigrin. Derdê wan dagirkirina Kurdistana Rojava ye, ji bona bigihîjin vê hedefa xwe amade ne her tiştî bidin Amarîkayê, Fransayê û Îsraîl.

XXX

Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier sibe diçe Tirkiyê, ew û Erdogan ewê birr û bazareke nuh bikin.

Bi îhtîmaleke mezin Erdogan hin gef li Almanyayê xwariye, jê ra pere lazim e, dîsa hinek xûg xwestiye.

Frank-Walter Steinmeier dike here dîsa soza çend milyar euroyî bidê.

Mêrik dema rût dibe, xwe li ewrûpiyan radikşîne, xûgek baş ji wan digire.

Yekîtiya Ewrûpayê wek qombereya wî ye, gava rût dibe, berra pinpinîkan dide, ji birçîna niqika wî davêje bela xwe di Yekîtiya Ewrûpayê dide, çend milyar euro jê difirîne.

Bi texmîna min sebebê çûna Frank-Walter Steinmeier jî ev mesele ye.

XXX

Pûlisên Swêd îro jimar û nasnameya kesên di 4´ê mehê da li bajarê Oreboroyê di êrîşeke çekdarî da hatibûn kuştin eşkere kir.

Kesên hatine kuştin 7 jin in, 3 mêr in, yek jê qatil e.

Qatil swêdîyekî bi navê Rickard Andersson e û 35 salî ye.

Navê wî yê eslî Jonas Simon bûye, dû ra guherîye, kiriye Rickard Andersson.
Di nav kuştiyan da jineka ji Kurdistana Rojhilat jî heye. Navê wê Ezîza ye, 68 salî ye û mamosteya matamatîkê bûye. 
Du kurd jî birîndar in.

Li Swêd, xerîb, swêdî her kes hîn di şokê da ye. Kesî bawer nedikir li Swêd rojekê qetlîamek wiha biqewime. Lê qewimî û ez ditirsim ev ne ya dawî be jî. Zemîna êrîşên wiha heye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE