Me got belkî zivistanê, berfa Stockholmê xatir ji me xwest, lê texmîn û hesabê me şaş bûye. Berfa me îro dîsa erd sipî kir. Lê pir ne sar e.
Vêsê xanimê got wele berfê wa ye erd sipî kiriye.Min got qey heneka dike, lê min derî vekir, bala xwe dayê rast e.
Merf merf ne xema me ye, em tu carî ji meşa xwe ya rojane namînin.
Piştî xanimê
xurîniya xwe kir, me xwe jidand û em bi rê ketin.
Piştî nîvseetek meş em rastî M. Alî Kut hatin.
Camêr got wele tu nuha hat bîra min, min got di vê roja xweş da xwezî ez ratî Zinar bihatama û va ye em rastî hev hatin.
Min got, rê ji dila diçe dila. Me çend gotin ji hev kirin û xatir ji hev xwest.
Ev çend car in em rastî hev tên. Ew jî ji ger û seyranê hez dike. Ji taxa me
bar kiribû, lê ev çendake dîsa bi paş da hatiyeA.
Li semta me gelek derên ger û seyranê hene, ji bo meşê dereke entîke ye.
Ez ji berfê hez dikim, xwezî hinekî zêde bibariya. Lê ewê bihele. Meha sibatê
kane no be, lê ez bawer nakim îsal zêde dom bike. Biharê pişt li zivistanê
şikandiye, hew kane hukmê xwe nîşan bide.
XXX
-Ez zaninm ezê rojekê bimrim, lê belê di 87 saliya xwe da ez
her sibe ji bo ku macerayên nuh bijîm bi daxwazeke saxlem şiyar dibim.
Heger di karê hûn dikin da bengînî(dildarî, hezkirin)hebe
sal tu carî ne asteng e.
Sirrê meselê di meraqê da ye, di fêrbûna dayimî da ye. Û
dibê meriv nehêle tirsa ji umir kêfa jiyanê ji meriv bistîne. Ji bo ku meriv
her roj îcat bike, keşf bike, bikene û bi coş bi pêş keve tu carî ne dereng e.
Anthony Hopkins
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar