Tirk rojê li dora 1000 afganî û pakîstanî ji Îranê tînin
Tirkiyê. Ev 5-6 sal e koça afganan dom dike. Belkî li dora milyonek afgan anîne
Kurdistanê û Tirkiyê.
Ev ne ji xêrê ra ye, tirk dixwazin bi afganan demografîya Kurdistanê biguherin, tiştên anîn serê Efrînê, bînin serê her bajarê Kurdistanê.
Gelek cahil û totikvalayên me jî nan didin afganan, ji bo wan hêsiran dibarînin.
31 juli 2021
Tirk afganan ji bo şerê me bikin tînin
Dibê em riyeke nuh bidin ber xwe
Qet ne hewce ye em li ser hovîtî û nîjadperestîya tirkan xwe biwestînin, her kurd baş zane tirk jî û dewleta wan jî ji me nefret dikin, me neyarên xwe dibînin. Û bi vê jî qîma xwe nînin, dixwazin me ji ruyê dinyayê rakin.
Tirk li hemberî me wisa tije kîn û nefret in ku bawer bikin wek yamyaman xwîna me jî vexun dîsa jî dilê wan rehet nabe, gunehê wan bi me nayê. Kurd hemû bi viya zanin.
Em û tirk di şerekî man û nemanê da ne
Em û Tirkiye û miletê tirk li sê beşên Kurdistanê di herbê
da ne, di herbeka man û nemanê da ne.
Tirk dixwazin wek milet me biqelînin, li ser koka me rûnin; em jî li ber xwe didin, ji bo ku ji ruyê dinyayê wenda nebin.
Tirk xwedî dewlet û artêşeke mezin in, ji bo ku dewleta wan heye ji me gelkî xurttir in û îmkanên wan jî hezar carî li yê me ne. Lema jî îhtîmala me ebedîyen bindest bihêlin û bere, bere bihelînin pir zêde ye.
30 juli 2021
Dev ji şelafiya tirkan berdin !
Ev çend roj in li Tirkiyê şewateke mezin heye. Kurdên çûne alîkariyê, xwestine êgir vemrînin ji alî tirkan ve hatine lînckirin.
Yanî şelafîyê pere nekirîye.
Kurd neçûyana ewê dîsa li wan xistana, ewê bigotana ji bo ku me dijmin dibînin
lema nehatin alîkariya me.
Lê yên çûne jî lînc kirine.
29 juli 2021
Ax ji derdê vê kalîtîyê !
Her kes dixwaze zû nemire, gelek salan bijî. Lê kes naxwaze
kal û pîr bibe. Ez jî wisa me.
Çimkî kalîtî û pîrîtî bendera (lîmana) her nexweşîyê ye, meriv
ji hêz û taqetê da dixîne.
Bîstek berê min û xanimê di telewîzyona 4a da li programa Ernst Kirchsteiger(Havîn bi Ernst ra)temaşe dikir.
Amerîka hustuyê xwe di kêrê dide
Ereban dîsa êrîşî seferata Amerîka ya Bexdayê kirine. Ewê bikin, çimkî Amerîkayê neyarê xwe yê sereke dibînin.
Amerîka dewleteke mezin e, pir xurt e, bi hezaran pispor, şêwirmend û aqilmendên wê hene. Lê birêvebirên Amerîkayê dîsa jî ereb û tirk qet nas nekirine.
28 juli 2021
Hovan hosteyekî ken kuştin !
Hov û qatilên Telîban li Afganîstanê hosteyekî ken, komedyenê bi nav û deng Khasha Zwan bi hovîtî kuştin.
Vîdeoya çawa li Khasha Zwan dixin jî wek belgeyeke hovîtîyê û nameredîya xwe belav kirine. Dilê meriv diperite, min min nikanîbû lê sêr bikira.
Dengê baranê
Baraneke wer zirp dibare hey hewar, bi kûzan ro dike erdê. Me bi zor xwe gîhand bin terasa hewşê.
Ximîna dengê wê ji ser naylona terasê wek meriv li muzîkeke xweş guhdarî bike.
Şansê me heye, em ji gerrê nuh gihîştin mal. Emê şil û pil bibûna, dezîyekî zuha di me da nedima.
27 juli 2021
Tehtîla me zû qedîya
Em çawa bi saxî û selametî gihîştibûn ciyê xwe yê tehtîlê, em
wer jî bi saxî û selametî û bi saya serê şufêrîya Qudbedîn Aliş û Perwîn xanimê gijhîştin malika xwe.
Me bi çend hevalên ezîz ra pênc rojên pir xweş derbas kirin. Wek meriv çavê xwe bigre û veke, me tew nedît 5 roj çawa derbas bûn.
22 juli 2021
Heta 27ê mehê bi xatirê we
Sibe bi xêr em rêwî ne. Heta 27ê mehê bi xatirê we.Em çend heval bi malbatî diçin tahtîleke çend rojî.
Me çend hevalan li herêmeke
nêzî Stockholmê hevîngehek kirê kiriye, emê sibe herin û di 27ê mehê da jî vegerin.
Ezê kompîtorê bi xwe ra bibim, heger misaîd bû, wezna wê hat ezê qala rewş û serpêhatiyên xwe
bikim.
Mehek zû derbas dibe
Jinikê ji hevala xwe ra qala têkiliya xwe û mêrê xwe dikir, got:
-Mêrê min di keştîyekê da dixebite, salê yanzde mehan li
deryayan derbas dike. Salê mehekê tenê li malê ye.
Hevala wê got:
Hukûmet tirkan li dijî kurdan pîj û girgîn dike
Ev demeke tirk bi çekdarî êrîşî kurdan dikin, kurdan dikujin û birîndar dikin. Berpirsîyarên hukûmetê jî tiştekî nabêjin, çimkî ew çeteyên xwe li kurdan gurgîn dikin, berra kurdan didin.
Di van çend rojên dawî da li Sakaryayê, li Îzmîrê, li Marmarîsê, li Afyonê, li Konyayê li Enqerê faşîstên tirk êrîşî kurdan kirin, di êrîşan da yek kuştin û 15 kes jî birîndar kirin.
21 juli 2021
Me dara xwe ya gêlazê îro rûçikand
Me îro dara xwe ya wîşneyê(giryazê) nîvrûçikand, me giş top
nekir, me hinek ji beytik û çûkan ra hîşt. Heqê wan jî heye. Dibê meriv pir ne
tima û çavnabat be.
Me 6 kîlo top kir û kir rîçal. Yanî me zexîra xwe ya salê danî.
Nêta xanimê tunebû em îro top bikin, digot bira çend rojên din jî bimîne,
hinekî din sor bibin.
Tirkan em nîvkuştî kirine
Bi minasebeta eydîyê ez bi çend merivên xwe ra peyivîm. Her cara li welêt bi nas û dostan ra dibipeyivim poşman dibim, kul û derdê min zêde dibin, keser û bêhêvîtî wek janekê li bedena min belav dibe.
Feqîrî, perîşanî, zulm ji xwe li qirikê ye. Lê ya ji wê jî xerabtir meriv dibîne tirkan tiştek di me da nehîştiye, piraniya me kirine wek moloz û avêtine dera hanê.
20 juli 2021
Dibê meriv xwarinê bi zor nexe devê xelkê
Lawkê me Azad ev çar roj bûn mîvanê me bû, îro çû. Di van çar rojan da xanim hema hema ji mitpaxê derneket, xwarin çê kir û çê kir û bi zor kuta devê lîwik.
Lawikê 45 salî çiqas digot min têr xwar, bes e, ez teqîyam jî pere nedikir.
Meriv xwarinê bi zor bi mîvanê xwe, bi xelkê nade xwarin, lê kurd dikin. Dibê em dev ji vê kultura xwe berdin.
19 juli 2021
Havînê xwendevanên min kêm kirin
Havînê, rojên germ û xweş tesîreke xerab li bloga min
kiriye, xwendevanên min kêm bûne.
Berê rojê herî kêm li dora 300-400kesî bloga min taqîb dikir. Hin rojan jimar
dibû 1000 jî. Lê nuha jimara xwendevanên min daketiye bin 200î.
Qey havîn e, xelk çûye tahtîlê, lema xwendevanên min kêm bûne.
Hezkirina derewîn
Xortekî berdûş li kuçakê bela xwe di keçikekê da, da pê.
Keçik lê vegerîya, bi hêrs got:
-Kuro, çima te daye dû min?
Xort got:
-Ji bo ku dilê min ketîye te, te ez dîn kirime.
Keçikê got:
18 juli 2021
Aqil taca zêrîn e li serê me kurdan nîne
Ereb, afgan, pakîstanî û koçberên tirk li xwe kom dikin ji tirkan bêtir ji bo me, ji bo demogarfiya welatê me talûkeyeke mezin in. Dibê em viya bibînin.
Lê gelek kurd vê talûkê nabînin, wek berdevkên komelyên ereb, afgan û koçberan,
wek nûnerên Neteweyên Yekbûyî dipeyivin, kesên qala talûkeya vê koça mezin
dikin bi nîjadperestiyê îtham dikin.
Haya wan ji plan û haziriyên, tedbîrên neyar tuneye.
17 juli 2021
Hinek ji tenêtîyê hez dikin
Swêdî ji tenêtîyê hez dikin. Lema jî gelek swêdî tenê dijîn. Belkî nîvê swêdîyan bi tenê dijîn.
Em kurd ji tenêtîyê hez nakin, em wek swêdîyan fêrî jiyana tenêtiyê nebûne.
16 juli 2021
Dê pir dilzîz in
Lawkê me yê mezin Azad sibe tê zîyareta me. Sibe rojbûna wî
ye, emê rojbûna wî pîroz bikin.
Em her sal wiha dikin. Salê çûnî(par) ji ber
Koronayê nehat. Yanî ji destpêka Koronayê da ye me hev nedîtiye.
Diya wî ji îro da ketiye hazirî û hinge-dinga xwarinê; ev
kufte ye, ev pelê pêçayî ye, ev nanê goşt e, ev tawe ye, pasta ye.
Kufte
qedand, ji bo yên din jî malzeme harkirine. Ketiye heyecanê.
Diyar e zarokên
nuxurî û yên çûk li ber dilên dayikan pir şîrîn in.
Yên ortê wek zarokên dêmarîyê ne, fena zarokên nuxurî û yên
çûk ne şîrîn in. Nuxurî gelkî muhîm e û yê çûk jî ifara dawî ye, qey li ber
dilê dê ew jî muhîm e.
15 juli 2021
Meriv reqlama dijminekî wek Tirkiyê nake !
Rûdawê, Basnewsê û Kurdistan 24ê reqlama hukûmeta AKPê ya li dijî bûyera 15ê temûza 2016a bi navê “Turkiye geçilmezdir”, yanî kes nikane bi Tirkiyê, belav kirine.
Ez rismê reqlamê belav nakim û qala naveroka metnê reqlamê nakim. Yê bixwaze
kane here biwîne.
Berî her kesî tirk viya ji kurdan ra dibêjin.
Wek kurd, wek telewîzyon û malperên kurdî ji bo çend quriş pere meriv reqlameke dagirkerê
welatê xwe ya bi vî rengî belav nake.
14 juli 2021
Ji kesên zirdîn hevza xwe bikin
Hin dîn henin ji dûr ve ban dikin dîn in. Lê hin dîn jî hene piştî dipeyivin, du kelam dikin, piştî çend rêzan dinivîsin meriv bala xwe didê,bavo, ji dînan jî xerabtir in, tew zir dîn in.
Ji zirdînan hevza xwe bikin, xwe bisitirînin!
Zirdîn e, meriv nizane ewê çi bi serê we bîne.
Sebebê diziyê
Yê diz hat girtin, ew derxistin mahkimê. Hakim jê pirsî:
-Çima te sê cara li ser hev eynî mixaze şêland?
Diz got:
-Ji ber ku ez ne bêkar im, zewicî me.
Hakim şaş ma, got:
13 juli 2021
Çend peyvên xweş û bi fêde.
Hin kesan hin gotinên pir xweş gotine, mişt mane ne, meriv bi heyranî dixwîne, jê aqil digre.
-Cinet û Cahnime ne li vir e, ne li wir e, di ruhê ruhê însên da ye.
-Yê hindik bifikire pir dipeyive.
-Ji virekê rastîyê dibêje nayê bawerkirin.
12 juli 2021
Rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejek jî bi dilê xwe ve girê da
Go rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejek jî bi dêla xwe ve girê da, tew xeratir kir.
Her roj li dora du saet meş ne bes e, min bez jî lê zêde kiriye. Qey îro ez zêde bezîyam, nuha her dera min diêşe, fena hineka ez kiribim conî û wek dan kutabim. Xanim bi min dikene, dibêje baş bû, tu ji xwe nagere.
Camêrên "gawiran" dinya pir biçûk û xweş kirine
Mala ”gawiran” hezar carî ava be, yeka wan bi hezar be, mala wan bi xana Xwedê be, nenûka wan tu carî li kevira nekve.
Camêran ji însanan ra dinya pir biçûk kirine, gelek teknîk û tiştên baş, bi fêde, bê pere û
pûl xistine xizmeta me. Bi saya van îcadan dinya ketîye telefona di destê me da.
Bîstik berê dozmama min Zînê û bixaltîya min Rihê bi Messengerê telefonî min kirin; em dûr û dirêj peyivîn, me dilê xwe rehet, bîna xwe fire kir.
11 juli 2021
Bêşansîya xort
Xort li nexweşxanê çûbû serdana dildara xwe. Çû ber resepsîyonê, silav da hemşîrê, got:
-Ez dixwazim nexwaşa di oda 36a da bibînim.
Hemşîreya nobedar got:
10 juli 2021
Tirkiyê Mewlûda Kurmancî û nimêja bi kurdî li kurdan qedexe kir
Ji ber ku li Stenbolê Mewlûda Kurmancî xwendin û bi kurdî
dua kirin, pûlisên tirk di 3ê temûzê da 28 meleyên kurd girtibûn. Îro ew derxistine
ber mahkima tiroviro û 9ê wan tewqîf kirine.
Serokê Kongreya Îslama Demokratîk Ekrem Baran gotiye, ”Ji me ra gotin, we çima
gotarên Diyanetê nexwendin? Hûn çima nimêj û duaya xwe bi Kurdî dikin?”
Xayinên me serê biskê ne
Li Îranê gava kurdek bibe hevalê Komara Îslamî, kurd jê ra dibêjin cahş û xayin.
Li Îraqê dema kurd hevalên Seddam bûn navê wan cahş bû,
xayinên qelê xwe bûn.
Nuha jî kurdên hevalên Daîşê, hevalên Heşda Şabî û rejîma Îraqê dîsa xwefiroş û xayin in.
Bîstikên wiha meriv romantîk dike
Derengê şevê ye.
Baraneke bi zirp dibara.
Li hewşê, di bin
terasê da rûniştime qahwa xwe vedixum û li ximîna dengê baranê gudarî dikim.
Di tarîya şevê da, bêdengî, ximîna baranê, ronahîya lampeyên hewşê, hilm û gilma gul çîçekan
xweşikîyeke mihteşem peyda kiriye.
09 juli 2021
Ew rozeta bi sînga te ve rozeta bêbextîyê û îxanetê ye
Serokê beledîya Pîranê yê HDPê Felat Aygoren bi merasimekê
îltîhaqî AKPê kiriye, yanî tevî AKPê bûye.
Felat Aygoren endamê PDK-Bakur bû, bi tifaqa HDPê, PDK-Bakur û çend partiyên
kurd yên din di 31ê adara 2019a da bû serokê beledîya Pîranê.
Felat Aygoren salek berê hin vir li hev ragirtin û ji HDPê îstîfa kir.
Nuha, bi merasimeke îxaneta bi qewmê xwe ra îltîhaqî AKPê, partîya dagikerê welatê xwe
kiriye. Û rozeta îxanetê û bêheysîyetiyê jî Erdogan bi sînga wî ve kiriye.
08 juli 2021
Rûvîyê fêlbaz û heneka tajî
Hebû, tunebû, gundekî xereba hebû. Dîkek û tajîyek bi hev ra di nav xirbê gund da dijîyan. Sibakê dîk çû ser dîwarekî û bang da.
Rûvîyek di nav xirbe da ji xwe ra li nêçîrekî digerîya. Dengê dîk çû rûvî. Rûvî
tahma devê xwe xweş kir, hêdîka çû ber dîwêr û deng li dîk kir, got:
-Muxtar, roja te bi xêr. Ez rêwî me, dixwazim îşev li gundê we bimînim. Ji
kerema xwe were min li derekê bi cî bike.
Dîk got:
Ji diya xwe ra tiştek nehîştiye
Lawê mêrik ji bejn û bala xwe pir hez dikir, her roj qatek kincê nuh li xwe dikir, bi deqîqeyan xwe dida ber neynikê û xwe baş ditûzikand.
Rojekê bavê wî jê ra got:
-Law min, te xwe hewqasî tûzikandîye, te ji diya xwe ra tiştek nehîştiye...
07 juli 2021
Ev risim ya dilê tirkan û ereban daye der
Xortekî bi navê Mistefa Zengîn, ev risim îro li ber Seraya Edlîya Rihayê
girtîye.
Rismekî gelek tiştan dibêje, ya dilê tirk û ereban nîşan dide. Ez bi xwe
ecêbmayî nemam, çimkî ez zanin ereb û piraniyeke mezn a tirkan wiha difikirin.
Ev risim nîşanî me dide tirk û Seddam û Erdogan wek hev dibînin û ji her duyan
jî pir hez dikin.
Çeteyên înternetê bûne talûkeyeke pir mezin
Çeteyên înternetê dinya li însanan herimandine, kirine
dinyake tije talûke û gelşên pir mezin.
Bi êrîşên dîgîtal li Ewrûpayê jiyanê
didin sekinandin, dikanan, ezexaneyan didin girtin, çûn û hatinê, komînîkasyonê
radiwestînin.
Ez û xanim nuha çûn çarşuya me ya taxê, me yê ji xwe ra şîr, rûn hin tişt-miştên
din bikiriya.
Dikandêr got çeteyan sîstema kaseyên wan xera kirine, em bera
hundur nedan.
Gur û selika rûvî
Gurek û rûviyek bûbûn desbirakên hev û bi hev ra diçûn nêçîrî. Wexteke dûr û dirêj bi hev ra wek bira jîyan. Rojekê gur ji nişka ve ji rûvî ra got:
-Ez nikanim herim nêçîrê, ez birçî me, ezê te bixum.
Rû biziya, got:
-Bira, ma ne ez û tu destbirakên hev in, min gelek çêyî bi te kiriye, çawa tu dibêjî
ezê te bixum?
Gur got:
06 juli 2021
Min bîriya te kiriye dayê !
Min tarîxa wefata dayika xwe tevhev kir, wefata wê di 5ê hezîranê da ye, min got belkî temûz e, lema min hîşt îro.
Diya min du sal berê di 5ê hezarînê da ji nav me koç kir û çû rahmetê.
Xanimê
nuha ji min ra got, lê rojekê bi derengî.
Ez ne roja wefata wê kanîbûm li wir bim,
têketama bin darbesta wê û ne jî îro kanim herim qevdek gul deynim ser gora wê
û ya bavê xwe.
Ji ber vê jî gelkî xemgîn û dilbirîn im; şermezar im.
Lê ev yek ne ji ber îhmal û bêwefayîya min e, ji mecbûrî ye, ez nikanim herim...
05 juli 2021
Mêrik ne nankor e
Sawcîyê amerîkî-hindî Preet Bharara, do di roja netewî ya Amerîkayê
da bi du rismên malbata xwe ra roja netewî ya Amerîkayê pîroz kiriye û gotiye ji
ber ku Amerîkayê 47 sal berê malbata min qebûl kir ez her tim sipasdar im.
Amerîkayê, Ewrûpayê em kurd jî di nav da himêza xwe ji milyonan însanên ji Asya
û Afrîkayê ra vekirin û jiyaneke di xewnanên xwe da jî bidîtana bawer nedikirin,
jiyaneke li welatên wan ne mimkûn bû da wan.
Preet Bharara sawcîyê doza Reza Zerrab bû.
XXX
Bi xwedê havîn meriv tembel û cangiran dike. Di qijala nava
rojê da meriv nikane li ber kompîtorê rûne û bike tiketik,çavê xwe li ulûman
bigerîne.
Hewş, bin sîya terasê honik e, bayekî xweş tê. Nizanim bayê
xerbî ye ya jî bayê kurr e, lê honik e, rûniştin û xewa li hewşê ji hundur xweştir
e.
De nuha bi xatirê we.
Emê rojekê hesabê vî xweşmêrî ji we bipirsin !
Wedat Aydin, egîd û mêrê rojên giran, kelemê nav çavê
dijmin, tirs û xofa dilê hêzên dagirlker 32 sal berê di 5ê temûzê da ji alî
qatilên dewleta tirk ve ji mala wî hat revandin û di 7ê mehê da cendekê vî
xweşmêrî hat dîtin.
Qatilan ew bi hovane kuştibûn.
Miletê kurd ewê tu carî vî mêrê canfîda, vî xweşmêrê
rojên giran ji bîr neke.
Wedat Aydin, qehremanekî doza Kurdistanê ye, ewê heta û heta di dilê miletê kurd
da bijî.
04 juli 2021
Cahil gotinên çort dikin
Di twîterê da keçeka semsûrî(bi naznavê Nazê lê bi şev ranazê) gotiye, ”ji ber ku ez bi kurmancîya semsûrê dinivîsînim her kes henekê xwe bi min dike. Ezê êdî bi kurdî nenivîsînim.”
Dema min ev twîtt xwend ez him xemgîn bûm û him jî pir aciz bûm û min ji xanimê ra ev twîtta jêr nivîsî:
Meriv şerm neke kane her derewê bike
Serokê Tiriyê Recep Tayyip Erdogan gotiye li welatên Ewrûpayê yên herî pêşketî jî vasksîn(aşî) bi 100 Euroyî, bi 100 Sterlînî ye.”
Tiştekî wiha tuneye, dereweke hişk û biring e. Li Ewrûpayê li tu welatî vaksîn ne bi pera ye. Ez û xanima xwe, me her du derzî jî li xwe xistin, me qurişek neda.
Xatir
Yekî elwî rojekê bû mîvanê dostekî xwe yê sofî. Wexta nimêjê hat, sofî ji mîvanê xwe ra got:
-Wexta nimêjê ye, rabe em bi hev ra nimêja xwe bikin.
Mêrikê elewî, got baş e, rabû bi sofî ra nimêj kir.
Piştî nimêj qedîya, hat bîra sofî, mîvana wî bêdesmêj nimêj kir. Jê ra got:
03 juli 2021
Heta Erdogan li ser hukim be Daîş naqede
Nûnerê Amerîka yê li dijî Daîşê John Godfrey gotiye Daîş li Îraqê û li Kurdistana Rojava hîn jî gefeke mezin e.
Amerîkî ya pir saf û kêmaqil in, ya jî bi zanetî vê demagojîyê dikin, naxwazin
rastiyê bibêjin.
Bi bawerîya min herdu ne jî, him kêmaqil in, him newêrek in. NATO jî wiha ye,
ew jî newêre tiliya xwe berbî Tirkiyê bike.
02 juli 2021
Kitêbxaneya min îro dîsa zengîn bû
Van rojan Xwedê daye min, ji min ra kitêb li ser kitêbê tê. Kitêbxaneya
min ji berêvkê da dewlemend dibe. Yanî îşê min baş e, kêf kêfa min e.
Çend roj berê jî Avestayê ji min ra çend kitêb şandin.
Îro jî kitêbxaneya min bi du kitêbên Înan Eroglu dewlemendtir bû.
”Serpêhatîyên Înanolo û Çîrokên Din” û ”Têbîniyek Înan Eroglu” îro gihîştin
destê min û di kitêbxaneya min da ciyê xwe girtin.
01 juli 2021
Dibê HSD qatilên Emîn Îsa eşkere bike
Ev sê roj in li gorî xeberên di medyaya sosyal da belav dibin û agahiyên malbata xortê hatiye kuştin, xortekî endamê PDK-Sê bi navê Emîn Îsa di girtîgeha HSDê da bi îşkenceyê hatiye kuştin.
Malbata Emîn Îsa dibêje diran û çenga lawê wan hatiye şikandin û şopên agir li
ser laşê wî hebû. Yanî îşkenceyeke hovana li Emîn Îsa hatiye kirin.
Dibê HSD, PYD bersîva vê yekê bide. Kesê dilê wî bisekine çawa diran û çenga wî tê şikandin û
li ser bedena wî şopên şewatê çê dibe?
Serpêhatîya gur û rûvîyê fenek
Gurek û rûvîyek bûbûn destbirakên hev. Demakê bi hev ra man, bi hev ra çûn nêçîrê. Bûbûn wek du bira.
Rojekê gur birçî bû, ji rûvî ra got:
-Ez birçî me, ezê te bixum.
Rûvî matmayî ma, got: