08 juli 2021

Rûvîyê fêlbaz û heneka tajî

Hebû, tunebû, gundekî xereba hebû. Dîkek û tajîyek bi hev ra di nav xirbê gund da dijîyan. Sibakê dîk çû ser dîwarekî û bang da.

Rûvîyek di nav xirbe da ji xwe ra li nêçîrekî digerîya. Dengê dîk çû rûvî. Rûvî tahma devê xwe xweş kir, hêdîka çû ber dîwêr û deng li dîk kir, got:

-Muxtar, roja te bi xêr. Ez rêwî me, dixwazim îşev li gundê we bimînim. Ji kerema xwe were min li derekê bi cî bike.
Dîk got:


-Ser çava. Hema li pişta dîwêr bifitile, gizîr li wir e, ewê xizmeta te bike.
Kêfa rûvî hat, got belkî li pişt dîwêr ya dîkek heye, ya jî mirîşkek. Tu nabêjî li pişt dîwêr tajîyek li ber sîya dîwêr razayî bû.
Dema rûvî li pişt dîwêr zîvirî, bala xwe dayê ku melkemotê(ezraîlê) wî li wir pal daye.
Çaxa tajî çav li rûvî ket, hema di cî da rikêbî ser kir, rûvî baz da û tajî da ser piştê. Ha li vir, ha li wir, axir tajî negihîştê, rûvî çû ket qulekê.
Bala xwe dayê rûvîyekî boz di qulikê da ye.
Rûvîyê di qulikê da ji rûvîyê din ra got:
-Bira, çi bela te ye, çima bîn wiha li te çikya ye ?
Rûvî got:
-Bira, tew mebirse. Destbirakî min heye, kurê xwe şand pey min, ez ezimandim mal. Kurê wî jî xort e û bitre, henek bi min kir, xwest bi min ra bilîze. Xulqê min û heneka tunebû, ez jî ji aciziya xwe hatim ketim vê qulê, ji bo ku bîstekê rehet bikim û ji wî lawikê gewî, bitir xelas bibim.
Rûvîyê qulê got:
-Ma tu destûra min nadî, ez ji dêla te ve herim, pê ra hinekî bilîzim, tu jî li vir bîhna xwe bigre.
Rûvî got:
-Ma çi ferq heye, hema tu here.
Rûvîyê boz ji qulika derket û çavê xwe li lawê destbirakê rûvî gerand. Çer çavê wî li tajî ket, bervê çû. Ji wî wetnê ew lawê destbirakê rûvîyê din e.
Gava tajî çav li rûvî ket, hema xwe dirêj kirê û xwe li bin çengê wî xist. Rûvî xwe ji ber çind kir, got:
-De heneka meke lo!
Tajî careke din xwe çindî ser kir,  lextek din li bin çengê wî xist û ew gelkî êşand.
Rûvî matmayî ma, got:

-Wele camêr ji min ra got ev xort yekî gelkî gewî ye, bitre, lê min jê bawer nekir.

Tajî careke din xwe li bin çenga xist, rûvî li erdê bû çît. Tajî xirpişî ser. Rûvî hêzî ser xwe kir, baz da qulika xwe û ji tajî ra got:
-Kuro, henekên te jî ne tu henekin lo, wek henekên hirçê ye….


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE