09 juli 2021

Ew rozeta bi sînga te ve rozeta bêbextîyê û îxanetê ye

 


Serokê beledîya Pîranê yê HDPê Felat Aygoren bi merasimekê îltîhaqî AKPê kiriye, yanî tevî AKPê bûye.

Felat Aygoren endamê PDK-Bakur bû, bi tifaqa HDPê, PDK-Bakur û çend partiyên kurd yên din di 31ê adara 2019a da bû serokê beledîya Pîranê.

Felat Aygoren salek berê hin vir li hev ragirtin û ji HDPê îstîfa kir.
Nuha, bi merasimeke îxaneta bi qewmê xwe ra îltîhaqî AKPê, partîya dagikerê welatê xwe kiriye. Û rozeta îxanetê û bêheysîyetiyê jî Erdogan bi sînga wî ve kiriye.

Ew rozeta bi sînga Felat Aygoren ve, nîşana xayiniyê û cahşîtiyê ye, lekeyek reş e li enîya wî, ew leka îxanetê ewê heta mirinê li enîya wî bimîne.


Tiştê Felat Aygoren kiriye bêexlaqî ye, bi navê wî û navê malbata wî nakeve.
Felat Aygoren merivekî pir bêexlaq e, bi vê îxanetê hevalên xwe û rayên gelê Pîranê firot hêzeke neyar.
Meriv pir ne bêexlaq û bêşexsîyet be karekî wiha nake, vê bêbextîyê bi hevalên xwe ra nake.
Felat Aygoren bi bejna xwe yekî wek çekma û qerasakî ye, lê zereya xîret û heysîyetê, şermê, bext pê ra tuneye, qurişo ye.
Heger Felat Aygoren merivekî bi xurûr, bi heysîyet bûya, bext pê ra hebûya, ji xwe şerm bikira, ev bêbextî bi havalên xwe ra, bi hezaran kesên bawerî pê anîn ra nedikir.
Gelê Pîranê, kesên pê ra tifaq kirin gotin ew kurdekî welatparêz e, lema rayên xwe danê û ew kirin serokê beledîya Pîranê.
Lê ew xayin derket, bi hevalên xwe ra, bi mitefikên xwe ra, bi gelê Pîranê ra bêbextî û xayintî kir, çû bû hevalê neyar, li Diyarbekrê, bi destê neyarekî devbixwîn rozeta AKPê bi sînga xwe ve kir.
Tiştê baş, PDK-Bakur bi beyanekê Felat Aygoren rûreş kiriye, gotiye,” Ne em û ne jî dengdêrên Pîranê, heqê xwe li Felat Aygoren helal nakin.”

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE