10 juli 2021

Bîstikên wiha meriv romantîk dike

 


Derengê şevê ye.
Baraneke bi zirp dibara.
Li hewşê, di bin terasê da rûniştime qahwa xwe vedixum û li ximîna dengê baranê gudarî dikim.
Di tarîya şevê da, bêdengî, ximîna baranê, ronahîya lampeyên hewşê, hilm û gilma gul çîçekan xweşikîyeke mihteşem peyda kiriye.

Bîstikên(kêlîkên) wiha meriv romantîk dike. Lê umrê min jî ne umrê romantîkiyê ye. Di vî umrî da meriv ne li rojên pêş, li rojên borî difikire.
00.20

 


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE