10 juli 2021

Xayinên me serê biskê ne

Li Îranê gava kurdek bibe hevalê Komara Îslamî, kurd jê ra dibêjin cahş û xayin.

Li Îraqê dema kurd hevalên Seddam bûn navê wan cahş bû, xayinên qelê xwe bûn.

Nuha jî kurdên hevalên Daîşê, hevalên Heşda Şabî û rejîma Îraqê dîsa xwefiroş û xayin in.

Lê xayinên me, yên kurdên bakur serê biskê ne, ew çi bikin jî nabin cahş û xayin.

Li Tirkiyê dema meriv ji kurdên bûne hevalên AKPê û dewletê ra dibêje cahş, xayin, hin kurd xwe dixeyidînin.

Dîyar e li gorî hin kesan li Tirkiyê kurd bibin heval û rêberên dijmin û dewletê jî nabin xayin, dîsa jî merivên baş in, dibê meriv wan bide ser serê xwe.

 XXX

 Der û dora me tije însanên totikvala bûne. Berê meriv ew nedidîtin, her kes li mala xwe bû. Lê medya sosyal dinya biçûk kir, nuha ne tenê meriv wan dibîne, di ser da meriv rehet jî nahêlin.

Ya baş meriv ji nedîve were, xwe bi ber teqala wan nexe. Belasebeb meriv pir diwestînin.
Yekî nuha bela xwe di min da, lê ne hêjayî bersîvê ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE