10 juli 2021

Tirkiyê Mewlûda Kurmancî û nimêja bi kurdî li kurdan qedexe kir

 


Ji ber ku li Stenbolê Mewlûda Kurmancî xwendin û bi kurdî dua kirin, pûlisên tirk di 3ê temûzê da 28 meleyên kurd girtibûn. Îro ew derxistine ber mahkima tiroviro û 9ê wan tewqîf kirine.

Serokê Kongreya Îslama Demokratîk Ekrem Baran gotiye, ”Ji me ra gotin, we çima gotarên Diyanetê nexwendin? Hûn çima nimêj û duaya xwe bi Kurdî dikin?”


Hela hûn bala xwe bidin vê rejîma îslamî-faşîst, dukirina bi kurdî jî êdî li kurdan kirine sûc. Xwendina Mewlûda Kurmancî jî bûye sûc.
Dibêjin hûnê bi zimanê xwe nimêjê nekin, dua nekin. Bi zimanê xwe mewlûdê, Quranê nexwînin !

Lê hîn jî bi hezaran kurdên bêxîret û rohkole qûna van neyarên kurdan dialêsên û û gunên wan miz didin û dev ji wan bernadin.

Hîn jî wek xizmetkaran li pey Erdogan dikevin rêzê û jê ra rêberiyê dikin.

Bêxîretîyeke ji viya mezintir tuneye. Meriv hewqasî jî pîs, bêxîretû  rezîl nabe.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE