11 juli 2021

Bêşansîya xort

 Xort li nexweşxanê çûbû serdana dildara xwe. Çû ber resepsîyonê, silav da hemşîrê, got:

-Ez dixwazim nexwaşa di oda 36a da bibînim.

Hemşîreya nobedar got:

-Tu çi yê nexweşê yî?

Xort got:

-Ez ? Ez birê wê me…

Jinika li ber resepsîyonê sekinîbû mizicî, got:

-Tu rast dibêjî? Bi naskirina te ez pir kêfxweş bûm. Ez jî diya wê me...

 

Daxwaza qembûr

Ji yê qembûr(piştxûz)pirsîn, gotin:

-Tu dixwazî qembûrê te rast bibe, ya jî kesên din jî wek qembûr bibin?

Got:

-Ez dixwazim yên din jî giş wek min qembûr bibin.

Gotin:

-Çima?

-Ji bo ku kes li qembûrê min nenêre û wekhevî çê bibe...

 

Ecibandin

Keçikê ji dergîstiyê xwe pirsî:

-Herî bêtir tu çi yê jinekê, bedewî yê, ya jî zîrekî yê diecibînî?

Xort got:

-Hela hela, çi hewce yî vê pirsê ye? Ez tenê ji te hez dikim û xelas. Ma ne bes e?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE