12 juli 2021

Camêrên "gawiran" dinya pir biçûk û xweş kirine

Mala ”gawiran” hezar carî ava be, yeka wan bi hezar be, mala wan bi xana Xwedê be, nenûka wan tu carî li kevira nekve.

Camêran ji însanan ra dinya pir biçûk kirine, gelek teknîk û tiştên baş, bi fêde, bê pere û pûl xistine xizmeta me. Bi saya van îcadan dinya ketîye telefona di destê me da.

Bîstik berê dozmama min Zînê û bixaltîya min Rihê bi Messengerê telefonî min kirin; em dûr û dirêj peyivîn, me dilê xwe rehet, bîna xwe fire kir.

Gava meriv ji welatê xwe dûr be, li xerîbiyê be, haya meriv ji her tiştê bûye, qewimîye çê nabe. Ji min ra qala gelek tiştên min nebihîstibû kirin. Bi hin xeberan dilşa û kêfxweş bûm, bi hinan jî xemgîn bûm.

Jiyan wiha ye, şîn û şahî tim bi hev ra ne, li alîkî şîn e, li alîkîê şahî ye.

Berê, telefonkirina welêt pir biha bû, belkî deqîqeyek bi dolarekî bû. Lema jî me ji mehê, du meha carê ya telefon dikir ya nedikir.

Lê mala ”gawiran” hezar carî ava be, camêran WhatsApp, Messenger belaş xistine xismeta însanîyetê, bêyî ku meriv li fatora telefonê bifikire, kane bi hev ra bi saeta bipeyive, rismê hev bibîne.

Heger ne xêra îcadên ”gawiran” bûya nuha wasiteyên me yên çûn û hatinê, yên dan û stendinê ker, hes û deve bûn. Ji bo ku ez bi dozmama xwe û bixaltîya xwe ra bipeyivîyama dibê ya ez biçûma ba wan, ya jî ew bihatana ba min. Wekî din ne mimkûn bû dengê me biçûya hev. Ne dengê min bi qîrînê dihere welêt, ne jî dengê wan ji wir tê min.

Lê camêrên ewrûpîyan dinya kirine nava aletekî bi qasî pakêta cixarê û dane destê her kesî, bi vê haceta navê wê telefon û kompîtor e, meriv li ku dera dinyayê be jî kane bi hev ra biyeve, dengê hev bibihîze û ji hev ra binivîse û di eynî sanîyê da jî bersîvê bide.

Xêra Xwedê ye. Ma ji viya çêtir çi heye?
Sipas ji ”gawirên” hewqas îcad û keşfên baş kirine û belaş xistine xizmeta însanan. Îro xêra wan gihîşt min jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE