12 juli 2021

Rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejek jî bi dilê xwe ve girê da

Go rûvî berê nediçû qulikê, rabû hejek jî bi dêla xwe ve girê da, tew xeratir kir.

Her roj li dora du saet meş ne bes e, min bez jî lê zêde kiriye. Qey îro ez zêde bezîyam, nuha her dera min diêşe, fena hineka ez kiribim conî û wek dan kutabim. Xanim bi min dikene, dibêje baş bû, tu ji xwe nagere.

Karê ne karê min e ez xwe lê radikşînim û li ciyê rehetiyê ezab bi canê xwe didim kişandin.

Lê bawer bikin swêdîyên ji min kaltir jî dibezin, bisîklêtê dajon, ez her roj dibînim.

Yanî swêdî tu carî teslîmî umir nabin, heta kanibin nig di bin xwe ve nakin, sporê dikin.

Ez hîn nuh im, ev sal û nîveke, bi koronayê ra min dest bi meşa bi dûzan û bezê kiriye.

 XXX

Îtalyayê do qezenckirin heq kiribû û qezenc kir.

Ji Îgiltereyê xweştir lîstin.

Min dixwest Îtalîya qezenc bike. Piştî rewş bû 1-1 min ji xanimê ra got, Îtalya şampîyon e. Texmîna min rast derket.

Îngiltere bi hîlekarîyê ma fînalê, lê axirê baş bû nebûn şampîyon.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE