13 juli 2021

Çend peyvên xweş û bi fêde.

Hin kesan hin gotinên pir xweş gotine, mişt mane ne, meriv bi heyranî dixwîne, jê aqil digre.

 -Cinet û Cahnime ne li vir e, ne li wir e, di ruhê ruhê însên da ye.

-Yê hindik bifikire pir dipeyive.

-Ji virekê rastîyê dibêje nayê bawerkirin.

-Yê bi rindiyê kêfxweş dibe, bi xerabîyê diêşe merivê kamil e.

-Tiştê herî zû zuha dibe hêsrên cava ne.

-Masîyî biçûk heta mirinê tim xeyal dike rojekê bibe balîna.

-Tuxtorê kal, abûqatê xort bi fêde ye.

-Her kêmaqilê kêmaqilekî din heyranê wî ye tim tê dîtin.

-Yê baz nede nakeve.

-Tu fîl, ew mêş, lê dîsa jî ji yê ji te ditirse bitirse.

-Nefret ji dil, hîlet ji serî tê.

-Ji dilekî sar peyveke germ dernayê.

-Merivên yê zengîn pir in.

-Kesê heya pê ra tunebe, şeref jî pê ra tuneye.

-Yê hindik difikire pir dipeyive.

-Gava însan hildiperike dibê bi serhişkiya çiyê razî be.

-Kûçik jî bi feqîr da diewtin.

-Li tu kesî çûna herbê, ya jî zewicandinê tewsîye neke.

-Qelem zimanê serî ye.

 

Çend numûne jî ji folklora kurmancî. Folklora kurmancî derya ye.

-Destê min diz e, dilê min dilerize

-Ez dibêjim hirç va ye, tu dibêjî, dews va ye.

-Gura kera Hesen xwar, ne gazî ye, ne hawar.

-Heger hewes e, ew jî bes e

-Ne xema yê kor e, mûm biha ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE