Yê diz hat girtin, ew derxistin mahkimê. Hakim jê pirsî:
-Çima te sê cara li ser hev eynî mixaze şêland?
Diz got:
-Ji ber ku ez ne bêkar im, zewicî me.
Hakim şaş ma, got:
-Min fêm nekir. Ez di nabêna zewacê û dizîyê da tu
minasebetekê nabînim.
Diz got:
-Lê rastî ev e hakim beg. Cara pêşî min ji xanima xwe ra fîstanek
dizî. Her du carên din jî min ew guherandin. Fîstanê min dizî neeciband. Min
bir guherand. Ew jî jê ra teng bû. Ji mecbûrî min çû numrake mezin anî. Hedîse
ev e. Ez kêfa sê cara neketimê.
Du quloç
Bûka bajarî çû gund, mala xezûrê xwe. Ji xwesîya xwe pirsî,
got:
-Ev ga çend salî ye?
Xwesîyê got:
-Hîn nebûye ga, congê du salî ye.
Bûka bajarî, serê xwe leqand, got:
-Ê meriv çawa viya fêm dike?
-Ji quloçê wî.
Xanimê got:
-Rast e, du quloçên wî hene....
Mêrikê japon bi lawê xwe ra dipeyivî, şîret lê dikir. Jê ra
got:
-Lawê min, tu êdî mezin bûye. Êdî ne rast e tu bi diya xwe
ra di eynî odê da rakevî. Here odeya xwe.
Lawik hinekî fikirî, got:
-Bavo, ê çima tu bi diya min ra radikeve? Tu ji min mestir î.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar