08 juli 2021

Ji diya xwe ra tiştek nehîştiye

Lawê mêrik ji bejn û bala xwe pir hez dikir, her roj qatek kincê nuh li xwe dikir, bi deqîqeyan xwe dida ber neynikê û xwe baş ditûzikand.

Rojekê bavê wî jê ra got:

-Law min, te xwe hewqasî tûzikandîye, te ji diya xwe ra tiştek nehîştiye...

 

Meraqa Erdogan

Recep Tayyip Erdogan rojekê bi ruhê Erbekan ra peyivîye û ev her du pirs jê kirine:

1)Min ji gelê xwe ra xizmetên pir mezin kir, min gelê xwe zengîn kir, min refah û rehetî, azadî, wekhevî anî welatê xwe. Gelo li wir hay ate ji van xizmetên min heye, tu van xizmetên min dibînînî ya na?

2)Tu daxwazeke te ji min heye?

Ruhê Erbekan gotiye:

1)Ez firildaq û sextekarîyên te gişan dibînim. Te Tirkiye kiriye cehnimeyekî rastîn.

2)Zû were ba min. Bira milet ji te xelas bibe. Wekî din tu daxwazeke min ji te tuneye.

 

Dilê kê dişwite

Xoce Nesredîn rojekê dibe mîvanê dostekî xwe. Mazûban teyfikek hingiv jî datîne ser sifrê. Xoce berê hingiv bi nan dixwe, dûre gava nanê wî diqede, îcar dest pê dike bi tiliyan diherê.

Mazûban bala xwe didê Xoce ewê hingiv gişî bixwe. Xwe ranagre dibêje:

-Xoce, tu hingiv bê nan bixwî ewê dilê te bişewitîne. Bira ji te ra nan bînin.

-Xoce qet bala xwe nadê, di ber xwe de dibêje:

-Ez zanim dilê kê dişewite!

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE