07 juli 2021

Çeteyên înternetê bûne talûkeyeke pir mezin

Çeteyên înternetê dinya li însanan herimandine, kirine dinyake tije talûke û gelşên pir mezin.
Bi êrîşên dîgîtal li Ewrûpayê jiyanê didin sekinandin, dikanan, ezexaneyan didin girtin, çûn û hatinê, komînîkasyonê radiwestînin.

Ez û xanim nuha çûn çarşuya me ya taxê, me yê ji xwe ra şîr, rûn hin tişt-miştên din bikiriya.
Dikandêr got çeteyan sîstema kaseyên wan xera kirine, em bera hundur nedan.

Em dagerîyan ezexanê(apotekê), me yê dermanek bikirîya. Ezaxane jî nedixebitî, çeteyan eynî tişt anîne serê ezaxanê jî, ezexanê jî nikanîbû tiştek bifrota.

Ev hefteyeke ev gelşa dîgîtal li Swêd dom dike.
Li seranserê Swêd mixazeyên Coopê -4-5 rojan girtî man, ji Coopê 80 milyon dolar xûg dixwesitin. Dan, nedan nizanim.

Yanî çeteyên înternetê ji bo tevayîya dinyayê bûne talûkeyeke pir mezin. Li Ewrûpayê jiyan êdî ne wek berê manuel e, her tişt bûye dîgîtal, trênan radiwestînin, markêtan, ezexaneyan, bankeyan didin girtin.
Dibê dinya vê talûka mezin ji ortê rake, ya na halê civatên pêşketî, yên dîgîtalîze bûyî pir zahmet e. Jiyan bi tevayî disekine, ne komînîkasyon dixebite, ne jî însan kanin hewcedariyên xwe temîn bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE