07 juli 2021

Gur û selika rûvî

Gurek û rûviyek bûbûn desbirakên  hev û bi hev ra diçûn nêçîrî. Wexteke dûr û dirêj bi hev ra  wek bira jîyan. Rojekê gur ji nişka ve ji rûvî ra got:

-Ez nikanim herim nêçîrê, ez birçî me, ezê te bixum.
Rû biziya, got:

-Bira, ma ne ez û tu destbirakên hev in, min gelek çêyî bi te kiriye, çawa tu dibêjî ezê te bixum?
Gur got:

-Qet dirêj meke, çare tuneye, ezê te bixum.
Rûvî bala xwe dayê gur rast ewê wî bixwe, dibê ji xwe ra çareyekê bibîne û xwe ji destê gur xelas ke. Got:
-Ka were min nexwe, ezê tiştekî hîn baştir bidim te, tu yê pê têr goştê mihî û berxan bixwî.
Gur got:
-Zû bibêje, ew tişt çi ye?
Rûvî got:
-Ezê ji te ra selikekê çê kim. Tu yê her roj pê herî nava kerîyên pez û berxan û kes ewê te nebîne. Heger ez ji te ra tiştekî wiha çê kim, tu yê min efû bikî, dev ji xwarina min berdî?
Gur got:
-Heger tu tiştekî wiha ji min ra bikî, li dinyayê ez qencîya te ji bîr nakim.
Rûvî got:
-De rabe bide pey min.

Rûvî berê xwe da serê çiyê û gur jî da pê. Pir çûn, hindik çûn, heta ku her du gihîştin serê çiyê. Rûvî hema bi qamîş û şivên ter ket, têra selikekê komî ser hev kirin. Dûra dest pê kir, selikek(sepetek) çê kir. Heta gîhande nîvî, ji gur ra got:
- Bira de were tê da rûne.

Gur çû di selikê da rûnişt û rûvî pê ket, hêdî, hêdî devê selikê da hev, heta ku devê selikê girt, gur baş tê da asê kir. Û dûra jî pihînek lê xist û selik di kêş wer kir. Gurê boz, di nav selikê da totî nava gund bû. Kûçik û zarokên gund li selikê hatin hev, bi daran, bi kuç û palan pê ketin, nîvkuştî, bi halekî perîşan ruhê xwe xelas kir…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE