06 juli 2021

Min bîriya te kiriye dayê !

 



Min tarîxa wefata dayika xwe tevhev kir, wefata wê di 5ê hezîranê da ye, min got belkî temûz e, lema min hîşt îro.

Diya min du sal berê di 5ê hezarînê da ji nav me koç kir û çû rahmetê.
Xanimê nuha ji min ra got, lê rojekê bi derengî.
Ez ne roja wefata wê kanîbûm li wir bim, têketama bin darbesta wê û ne jî îro kanim herim qevdek gul deynim ser gora wê û ya bavê xwe.
Ji ber vê jî gelkî xemgîn û dilbirîn im; şermezar im.
Lê ev yek ne ji ber îhmal û bêwefayîya min e, ji mecbûrî ye, ez nikanim herim...

Di mesela bîranîna tarîxan da hafiza min pir zeîf bûye, nikanim tarîxa di bîra xwe da bigrim. Berê ne wiha bûm.
Min pir bîriya gotinên wê yên xweş, biwêj, nifir û duayên wê kiriye.



Diya min kûpa mesele û qirwelkan bû, jineke zana, bi kultur û zarşîrîn bû, meriv ji gotin, çîrok û qirwelkên wê têr nedibû.
Jineke xwe û dijminê xwe baş nas kiribû, ji qewmê, xwe, ji welatê xwe hez dikir.



Jineke xuya bû, li kuba dihat naskirin, der û cîran tim li dor wê bûn, li gotin û sohbeta wê gudarî dikirin.

Bavê minê rahmetî, Bûboyê Xamo jî yekî wer bû, ew jî peyê cimata, mêrê dahw û doza bû, her du baş rastî hev hatibûn. Li Wêranşarê, li Diyarbekrê gava navê wan tê gotin, her kes wan bi hurmeteke mezin yad dike, navê Efra Emîn û Bûboyê Xamo du navên serbilindiya mala Xamo ne.

Ez her duyan jî bi hurmet bibîr tînim û ji bo ku nikanim herim qevdek gul deynim ser gorên wan xemgîn û şermezar im.

Kilameke diya min a li ser min:

Ezê silav û kilavan tev hev kim

Di nava dismalên sor û zer kim

Ezê di welatê Swêdê wer kim

Xwediyê silavan kî ne bira werin

Silavên xwe berhev kin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE