19 juli 2021

Hezkirina derewîn

Xortekî berdûş li kuçakê bela xwe di keçikekê da, da pê.

Keçik lê vegerîya, bi hêrs got:

-Kuro, çima te daye dû min?

Xort got:

-Ji bo ku dilê min ketîye te, te ez dîn kirime.

Keçikê got:

-Derewa meke! Çimkî ez yeka ne xweşik im. Hevala min a bi şûn min ve tê, ew yeka pir pak e. Li xortekî digere. Here bide dû wê.

Xort şûn da vegerîya, çû xwe nêzî keçika din kir. Bala xwe dayê, yeka reşkokî ye, çavbeq e, pozkuftik û lêvşelte ye. Hêrs bû, bezîya, çû xwe gîhand wê keçikê û jê ra got:

-Çima te derew li min kir?

Keçikê got:

-Sextekar, berê te derew li min kir. Min derewa te derxist.

 

Dizê hespa

Diz ketibû êxur, dikira hespa malê bidiziya. Malxuyê malê pê hesîya, diz di derîyê êxur da girt. Rişma hespê ji destê diz girt û jê ra got:

-Lawo, heger tu fêrî min bike dizîya hespa çawa dibe û dibê xwedîyê hespê çi tedbîrê bigre, ezê te berdim.

Diz got baş e, zînê hespê lê kir, rahîşt rişmê, xwe avêt ji ser pişta hespê da û hesp nik kir. Dema ji wir dûr ket, li mêrik fitilî, jê ra got:

-Xêvo, a hesp wiha tê dizîn, de bi xatirê te !

 

Ewê ji ku bizanîbûya

Mêrikê hindî kûçikek kirîbû. Çer gîhîşt mal, kûçikê wî mir. Bi bez çû ba yê kûçik firotibûyê, bi hêrs ji mêrik ra got:

-Çima te ez xapandim? Kûçikê te firot min, te got herî kêm deh sala dijî.

Mêrik got:

-Rast e, çima çi bû ye?

Mêrik got:

-Ez çer gihîştim mal kûçik mir.

Kûçikfiroş milê xwe hil kir, got:

-Ê ma minê ji ku bizanîbûya heywan deh salîya xwe îro temam dike?

 

Çima tu fêr nabî?

Du dildaran bi hev ra dans dikirin. Keçikê ji xort pirsî, got:

-Şîrînê ber dilê min, ma tu ji dansê hez dikî?

Xort got:

-Erê, pir jê hez dikim. Ji bo çi te pirsî?

Keçikê got:

-Qe...Minê bigota madem tu pir ji dansê hez dikî, çima tu fêr nabî?

 

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE