18 juli 2021

Aqil taca zêrîn e li serê me kurdan nîne

Ereb, afgan, pakîstanî û koçberên tirk li xwe kom dikin ji tirkan bêtir ji bo me, ji bo demogarfiya welatê me talûkeyeke mezin in. Dibê em viya bibînin.

Lê gelek kurd vê talûkê nabînin, wek berdevkên komelyên ereb, afgan û koçberan, wek nûnerên Neteweyên Yekbûyî dipeyivin, kesên qala talûkeya vê koça mezin dikin bi nîjadperestiyê îtham dikin.
Haya wan ji plan û haziriyên, tedbîrên neyar tuneye.


Tirk bi ereb û koçberan, bajar bi bajar demografîya Kurdistanê diguherin haya siyasetmedar, humanîst û enternasyonalîstên me ji bayê felekê nîne, ew her wek berdevk û abûqatên koçberan xwe perçe dikin.

Erebên, koçberên tirkan li Kurdistanê bi cî kirine û bi cî dikin, wek yên berê, giş meriv û artêşa dewletê ne. Balkanî, Kafkasî çawa bûn şûrkêşên tirkan û neyarên kurdan, yên îro jî eynî tişt e, ew jî li hemberî kurdan artêşa dewletê ya siwîl e.

Tirk bela sebeb rojê bi hezaran ji pakîstanî, bengalî, afganî, ereb, afrîqî neqlî Tirkiyê û Kurdistanê nakin, miheqeq hesab û planeke wan heye.

Ji sînorên bi hezaran qereqol, bi teknîka herî modern û bi sedhezaran leşker hatine girtin, rojê bi hezaran însan destên xwe li ba dikin û derbasî Tirkkyê dibin.

Dewlet ne li pişt vê be tiştekî wiha ne mimkûn e, ne mimkûn e rojê hezar însan ji Îranê derbasî Wanê û derên bibin.

Dewlet organîze neke ne mimkûn e bi sedan, bi hezaran însa ji Pakîstanê, Bengalî, Afganîstanê bi rêkevin û ji ser Îranê sînorên Tirkiyê derbas kin.

Dewlet li pişt vê koça mezin e. Ev yek tenê ne ji bo ku ji Yekîtiya Ewrûpayê, ji Neteweyên Yekbûyî pera bigrin. Meriv ji bo pera bi milyonan însanên bi problem nayne welatê xwe.

Hesabekî tirkan ê siyasî heye. Tirk baş zanin Ewrûpa van koçberan nagrin, Ewrûpa dikele, li dijî xerîba muxalefeteke pir mezin heye. Lema her dewlet qanûnên xwe diguherin û tedbîrên li hemberî koçberîya zêde digirin.
Li her bajarî bi dehan geto çê bûne. Li her welatî gelek dewletên paralel çê bûne. Pûlisên wî welatî jî nikanin herin wan herêmên hatine girtin. Her kes dixwaze bireve ciyekî hîn ewle.  

Lema jî tirk zanin baş nikanin milyonên li xwe top kirine û top dikin bişînin Ewrûpayê. Û paşdaşandina wan jî pir û pir zor e, heta ne mimkûn e.

Tirk viya zanin, lê dîsa jî sînorên xwe nagrin, rojê bi hezaran tînin Tirkiyê.
Em 40 milyon kurd perîşan in, li her çar perçê Kurdistanê jî halê me pir xerab e, zulma li ser me heye, zulmeke pir xedar e, psîkolojîya me xera kiriye. Ji dêlî ku em xwelîyekê li serê xwe kin, ji vê perîşanîyê û zelûlîya xwe ra li çareyekê bigerin, em dibin abûqatên ereban, afganan, pakîstanîyan û afrîqiyan.

Giş jî xwedî welat û xwedî dewlet in, yê bindest, yê kole em in, lê haya me ji koletîya me tuneye, em wek merivên azad û xwedî dewlet abûqatîya xelkê dikin.
Aqil taca zêrîn e, ew jî li serê her kesî nîne…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE