17 juli 2021

Hinek ji tenêtîyê hez dikin

Swêdî ji tenêtîyê hez dikin. Lema jî gelek swêdî tenê dijîn. Belkî nîvê swêdîyan bi tenê dijîn.

Em kurd ji tenêtîyê hez nakin, em wek swêdîyan fêrî jiyana tenêtiyê nebûne.

Gava yek bi tenê bimîne dilê meriv pê dişewite, gunehê meriv pê tê. Meriv dibêje feqîro tenê maye. Xwedê alîkarê wî be.

Yahûdî dibêjin di Cinetê da jî jiyana bi tenê ne xweş e.

Yanî ew jî wek me ji jiyana bi tenê hez nakin. Ez jî ji tenêtîyê hez nakim. Hêvî dikim bi tenê nemînim. 

Di warê kulturî da em û yahûdîyan ji ereb û tirkan bêtir dişibin hev. 

Kulturên cihê tiştekî ecêb e, hin milet dişibin hev, hin qet naşibin hev. Ev nêzî hezar salî ye temasa me û tirkan bi hev ra heye lê tiştekî me naşibe hev.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE