16 juli 2021

Dê pir dilzîz in

Lawkê me yê mezin Azad sibe tê zîyareta me. Sibe rojbûna wî ye, emê rojbûna wî pîroz bikin.
Em her sal wiha dikin. Salê çûnî(par) ji ber Koronayê nehat. Yanî ji destpêka Koronayê da ye me hev nedîtiye.

Diya wî ji îro da ketiye hazirî û hinge-dinga xwarinê; ev kufte ye, ev pelê pêçayî ye, ev nanê goşt e, ev tawe ye, pasta ye.
Kufte qedand, ji bo yên din jî malzeme harkirine. Ketiye heyecanê.

Diyar e zarokên nuxurî û yên çûk li ber dilên dayikan pir şîrîn in.

Yên ortê wek zarokên dêmarîyê ne, fena zarokên nuxurî û yên çûk ne şîrîn in. Nuxurî gelkî muhîm e û yê çûk jî ifara dawî ye, qey li ber dilê dê ew jî muhîm e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE