15 juli 2021

Meriv reqlama dijminekî wek Tirkiyê nake !

Rûdawê, Basnewsê û Kurdistan 24ê reqlama hukûmeta AKPê ya li dijî bûyera 15ê temûza 2016a bi navê “Turkiye geçilmezdir”, yanî kes nikane bi Tirkiyê, belav kirine.

Ez rismê reqlamê belav nakim û qala naveroka metnê reqlamê nakim. Yê bixwaze kane here biwîne.
Berî her kesî tirk viya ji kurdan ra dibêjin.

Wek kurd, wek telewîzyon û malperên kurdî ji bo çend quriş pere meriv reqlameke dagirkerê welatê xwe ya bi vî rengî belav nake.

Heger meriv ne dilxwazê Tirkiyê û Erdogan be, meriv reqlama qatilên zarokên xwe, dagirkerên welat û gundên xwe belav nake, meriv dezgeha xwe nake destikê propaganda siyasî ya neyarekî wek Tirkiyê.

Hûn bi barên qantiran jî pera bidin telewîzyon û malperên filstîniyan reqlameke Îsraîl ya bi vî rengî belav nakin.

Çimkî filistînî xwedî xurûr û ruhê netewî ne, dijminê wan tu carî nikane wan hewqasî rehet bikire.
Kesên ev reqlama AKPê belav kirine ez bawer nakim tenê ji bo pera kiribin.

Ma kî çi reqlamê bide Rûdawê, Basnewsê, Kurdistan 24ê ewê belav bikin?

Ma Daîş, Heşdî Şabî jî reqlamê bidin Rûdawê, Basnewsê û Kurdistan 24ê ewê belav bikin?
Ez bawer nakim belav bikin.

Tu ferqa hukûmeta AKPê ji Daîşê û Heşdî Şabî tuneye, ew ji wan jî xerabtir in; çimkî Tirkiyê sê beşê welatê me dagir kiriye û li sê beşa şerê kurdan dike.

Lê berpirsiyarên Rûdawê, Basnewsê û Kurdistan 24ê dîsa jî reqlama AKPê qebûl kirine.
Ji ber ku Tirkiyê dagirker nabînin, Erdogan neyarê xwe nabînin, heyranê Tirkiyê û Erdogan in.
Heger ne wiha bûya ev reqlama AKPê belav nedikirin.

Dibê meriv vê reqlamê normal nebîne, rexne bike, ji bo ku careke din tiştekî wiha nekin. Bêdengî, jinedîvehatin ne rast e, eyb e.

Heger telewîzyonên YNKê, Goranê û PKKê eynî reqlam belav kiribûna, gelek kesên nuha xwe kerr dikin, tiştekî nabêjin, ewê qiyamet rakiribûna. Ewê bigotana bala xwe bidinê, vana zilamên Tikriyê ne, reqlama Erdogan dikin.

Lê ji ber ku Rûdawê, Basnewsê û Kurdistna 24ê ew reqlam kirine, dost û dilxwazên PDKê dengê xwe nakin. Ji nedî ve tên. Bi bawrîya min şaş e, dibê li hemberî bûyerên wiha bêdeng nemînin, bi qasî şaşiyên YNKê, Goranê û PKKê rexne dikin, dibê biwêribin Rûdawê, Basnewsê û Kurdistan 24ê jî rexne bikin. Ev bêdengîya wan ne rast e, wan ji çavê dost û hezkiriyên wan da dixîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE