19 juli 2021

Havînê xwendevanên min kêm kirin

Havînê, rojên germ û xweş tesîreke xerab li bloga min kiriye, xwendevanên min kêm bûne.

Berê rojê herî kêm li dora 300-400kesî bloga min taqîb dikir. Hin rojan jimar dibû 1000 jî. Lê nuha jimara xwendevanên min daketiye bin 200î.

Qey havîn e, xelk çûye tahtîlê, lema xwendevanên min kêm bûne.

Lê min jî jimara nivîsan kêm kiriye. Dibe ku sebebek jî ev be.
Berê min bloga xwe her roj sê çaran nû dikir, herî kêm 3-4 nivîs tê da belav dikirin. Nuha bi piranî rojê nivîsekê belav dikim.

Yanî havînê tesîr ne li xwendevanên min tenê kiriye, li min jî kiriye, ez jî tembel bûme.

Li gorî mehên zivistanê û biharê ez jî kêm dinivîsim, min jî tempo daxistiye.

Dema wiha be, dema wîtirîn ne dewlemend be, blog rojê çend caran nuh (update)nebe, xelk jî riya xwe pê naxe û jimara tikandinê kêm dibe.

Ji ber ku hewa xweş e, dinya germ e, xanim bi piranî li hewşê rûdine û tim ban min dike, dibêje tu di hundur da genî bû, li ber wê bêxwediyê çavên te kor bûn, bîstekê were derve.

Ez ji mecbûrî diherim ba wê û em dikin leqleq.
Kompîtorê bibim derve, li wir bixebitim nabe. Gava li derve bixwînim, binivîsînim nikanim pê ra bipeyivim. Tew xerabtir dibe.

Di rojên baran da îşê min baş e, em li hundur in, ew ya li telewîzyonê temaşe dike, ya xwe bi tiştekî mijûl dike û ez jî dixwînim û dinivîsînim. Yanî geleşa were vir ji ortê radibe…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE