20 juli 2021

Dibê meriv xwarinê bi zor nexe devê xelkê

Lawkê me Azad ev çar roj bûn mîvanê me bû, îro çû. Di van çar rojan da xanim hema hema ji mitpaxê derneket, xwarin çê kir û çê kir û bi zor kuta devê lîwik.

Lawikê 45 salî çiqas digot min têr xwar, bes e, ez teqîyam jî pere nedikir. 
Meriv xwarinê bi zor bi mîvanê xwe, bi xelkê nade xwarin, lê kurd dikin. Dibê em dev ji vê kultura xwe berdin.

Helbet min jî para xwe jê girt, ez dibêjim di van çar rojan da ez jî kîlokê, du kîloyan qelawtir bûm. Ji bo ku ez van kîloyan bihelînim dibê ez çend rojan rejîmek baş bikim.
Lawikê feqîr bi zor ji destê wê xelas bû, dixwest hinekî jî pê ra bişîne, lê axirê nebû...


XXX

Îro roja pêşî ya Cejna qurbanê ye. Baş nayê bîra min lê ez dibêjim belkî ev cara pêşî ye ez di cejnê da mesaja pîrozbahiyê belav nakim. Ji dilê min nehat ez tu cêjnan pîroz bikim. Cejna Qurbanê bûye cejna qetlîamê, cejna wahşetê. Li welatên mislimanan li her derê xwîn diherike.

XXX
Siyaseta şaş, ne nasyonalîst kurd kirine neyarên hev. Kurdên heval û dilxwazên hin partiyan ji dijminên welatê me dagirkirine zêdetir êrîş hev dikin.
Bi vê siyasetê, bi vê felsefê yekîtiya miletê kurd çê nabe. Û gava yekîtîya netewî çê nebe xelasîya me jî tenê xeyal e.

Mala rik û bahsê, wê raka tûrê parsê. Pêşîyên me jî ji ber rik û kîna li hemberî hev li hev nekirin û man bidest.

 XXX

Rejîmên îslamî Îran jî û Tirkiye jî, welatê me jî û Ewrûpa jî li însanan kirine warekî ne ewle, dojeheke rastîn.
Ji her dera dinyayê bi milyonan însan li Tirkiyê top kirine û bi wan tîcaretê dikin.
Dawîya vê siyasetê felaketeke mezin e. Tirkiye bûye çavkanîya nerindiyê û belayê.

XXX

Îro pûlisên tirk li Wanê 1456 koçber ”girtine”  !
1456 însan bi qaçaxî(!) ji Îranê derbasî Tirkiyê bûne. 1456 kes di rojekê da, ne karê aqil e.
Wer xuya dike Erdogan dixwaze Afganîstanê, Pakîstanê, Bengalê, Afrîqayê vala bike.
Heger Yekîtiya Ewrûpa tiştekî neynîn serê vî dîktaror û faşîstê har, bela ewê pir mezin bibe û bibe sebebên felaketên mezin.


XXX

Îro li Şirnexê wezîrê karên hundur yê Tirkiyê Suleyman Soylu gotiye,

”Emê ji vir bi meş herin Îraqê û Sûrîyê; ew roj pir ne dûr in.”

Mêrik pir eşkere gotiye, hedefa me dagirkirina Îraqê û Sûrîyê ye. Lê bi Îraqê û Sûrîyê qesta wî Kurdistan e. Yanî gotiye ji dagirkirina Kurdistana başûr û rojava ra hindik maye.

Jixwe ji nuha da nîvê Kurdistana rojava û başûr dagirkirine. Lê bi wîya nayên serî, dixwazin gişî bigrin. Soylu ev nêt û hedefa hukûmeta xwe eşkere kiriye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE