Bi minasebeta eydîyê ez bi çend merivên xwe ra peyivîm. Her cara li welêt bi nas û dostan ra dibipeyivim poşman dibim, kul û derdê min zêde dibin, keser û bêhêvîtî wek janekê li bedena min belav dibe.
Feqîrî, perîşanî, zulm ji xwe li qirikê ye. Lê ya ji wê jî xerabtir meriv dibîne tirkan tiştek di me da nehîştiye, piraniya me kirine wek moloz û avêtine dera hanê.
Tu bi kê ra dibpeyive ya zarokên wan bi kurdî nizanin, ya
xanima wî, ya mêrê wê bi kurdî nizane.
Heger ew bi kurdî zanibin zarokên wan niznanin, zavayê wan,
bûka wan nizane.
Yanî tirkan piraniya kurdan wek çurtên bişaftine, ji
kurdayetiyê, ji kultur û zimanê kurdî qetandine, kirine tirkên bi eslê xwe kurd
in. Li ber çavê min tirk me hêdî hêdî dihelînin, dikin tirk. Û em jî lê temaşe
dikkin…
Li tu beşekî din ê Kurdistanê kurd hewqasî asîmîle nebûne, nebûne ereb û faris. Lê piraniya me bûne tirk û yên hîn nebûne tirk jî hêdî hêdî dibin.
Ev jî ji ber bêkêrîya siyasetmedarn e, siyasetmedarên me, ronakbîrên me, întellektuelên me ne tu tişt in.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar