21 juli 2021

Me dara xwe ya gêlazê îro rûçikand

 


Me îro dara xwe ya wîşneyê(giryazê) nîvrûçikand, me giş top nekir, me hinek ji beytik û çûkan ra hîşt. Heqê wan jî heye. Dibê meriv pir ne tima û çavnabat be.

Me 6 kîlo top kir û kir rîçal. Yanî me zexîra xwe ya salê danî.

Nêta xanimê tunebû em îro top bikin, digot bira çend rojên din jî bimîne, hinekî din sor bibin.


Lê ji ber ku dusibe em rêwî ne, emê bi çend hevalan ra herin tahtîleke kin(5 rojan), lema me îro top kir û xwe jê xelas kir.


Dareke biçûk e, lê her sal em tibabek rîçal ji wîşneyên(giryazên) wê çê dikin. Em pê xenî bûne. Lê em zikata wê jî tim bela dikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE