22 juli 2021

Hukûmet tirkan li dijî kurdan pîj û girgîn dike


Ev demeke tirk bi çekdarî êrîşî kurdan dikin, kurdan dikujin û birîndar dikin. Berpirsîyarên hukûmetê jî tiştekî nabêjin, çimkî ew çeteyên xwe li kurdan gurgîn dikin, berra kurdan didin.

Di van çend rojên dawî da li Sakaryayê, li Îzmîrê, li Marmarîsê, li Afyonê, li Konyayê li Enqerê faşîstên tirk êrîşî kurdan kirin, di êrîşan da yek kuştin û 15 kes jî birîndar kirin.

Ev ne cara pêşî ye tirk li Tikriyê kurdan lînc dikin, gulebaran dikin, dikujin.

Dewlet ne li pişt be çete nikanin bi vî rengî êrîşî kurdan bikin. Retorîka serokê Tirkiyê û berpirsiyarên dewletê û hukûmetê cesaretê dide çeteyan, ew tirkan li hemberî kurdan pîj dikin.

Bêyî kurdan tirk êrîşî tu kesî nakin, çimkî hukûmet kurdan wek neyarê xwe dibîne.

Partiyên kurd dibê giş bi hev ra van êrîşan û bêdengîya berpirsîyan mahkûm bikin, dibê em wek civat reaksîyoneke mezin nîşan bidin.

Beyana 15 Baroyên Kurdistanê

 Beyana Komeleya Mafê Mirovan a Amedê (ÎHD)

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE