22 juli 2021

Mehek zû derbas dibe

Jinikê ji hevala xwe ra qala têkiliya xwe û mêrê xwe dikir, got:

-Mêrê min di keştîyekê da dixebite, salê yanzde mehan li deryayan derbas dike. Salê mehekê tenê li malê ye.

Hevala wê got:

-Ê tu çawa kanî debar bikî ?

Jinikê got:

-Erê zor e, lê gava meriv tehemul bike, mehek zû derbas dibe.

 

Qetek weris

Mahkimê biryara tewqîfa diz da, ew birin hefsê. Qerdîyan jê pirsî:

-Sûcê te çi ye?

Got:

-Wele tu sûcekî min tuneye. Ji ruyê qetek werisê pîsik hakim ez tewqîf kirim.

Qerdîyan got:

-Tiştek bi serê weris ve hebû?

Diz got:

-Bi serê weris ve tişt tunebû, tenê di hustuyê gê da bû.

 

Bazara hêka

Şalomê cihû ewê ji ser beqalê taxê hêk bikiriya. Ji dikandar ra got:

-Ma hêk bi çiqasî ye?

Dikandar got:

-Ev hêkên hanê heba wan bi 100 qurişî ye. Lê di sindoqa han da 5 hebên şikyayî hene. Yeka wan bi 25 qurişî ye.

Şalom hinekî fikirî, got:

-Gelo tu kanî ji min ra 10 hebên din bişkênî?

 

Ka bibêje...

Mêrik li ser terzî ji xwe ra qatek kinc(taximek) dabû dirûn, Terzî roj bi rojan dida, taximê mêrik nediqedand. Dawiya dawî, rojekê mêrik jê ra got:

-Hoste, ma ev bû goştê gê, bû çi? Xwedê dinya di şeş rojan da ava kir, lê ev meheke tu nikanî qatek kinc biqedînî.

Hoste mizicî, got:

-Rast e. Lê ka ji min re bibêje, ma tu ji vê dinya Xwedê di şeş rojan da qedand memnûn î?

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE