22 juli 2021

Heta 27ê mehê bi xatirê we

Sibe bi xêr em rêwî ne. Heta 27ê mehê bi xatirê we.Em çend heval bi malbatî diçin tahtîleke çend rojî.

Me çend hevalan li herêmeke nêzî Stockholmê hevîngehek kirê kiriye, emê sibe herin û di 27ê mehê da jî vegerin.

Ezê kompîtorê bi xwe ra bibim, heger misaîd bû, wezna wê hat ezê qala rewş û serpêhatiyên xwe bikim.

Lê sozê nadim, belkî jî ne misaîd be û ez tiştekî nenivîsim. Yanî ez tu sozê nadim we.Ji destpêka Koronayê da ye em bi derekê da neçûne.

Me got em çend rojan ji hundur derkevin û hinekî bîna xwe fire bikin.

Em pir dûr narin, emê çar şevan şevbêrkênli herêmeke nêzê Stocholmê derbas bikin, hema meriv ji mal derkeve û here  cîyekî xerîb ew jî baş e.

De heta 27ê mejê bimînin di nav xêr û xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE