27 juli 2021

Tehtîla me zû qedîya



Em çawa bi saxî û selametî gihîştibûn ciyê xwe yê tehtîlê, em wer jî bi saxî û selametî û bi saya serê şufêrîya Qudbedîn Aliş û Perwîn xanimê gijhîştin malika xwe.

Me bi çend hevalên ezîz ra pênc rojên pir xweş derbas kirin. Wek meriv çavê xwe bigre û veke, me tew nedît 5 roj çawa derbas bûn.


Tehtîleke kin bû, lê pir xweş bû. Ji destpêka Koronayê û vir da ye em di hundur da girtî bûn, bi vê tahtîla kin me zincîrên Koronayê û tirsê şikand û em bi çend hevlan ra hatin ba hev, me bi hev ra çend rojên xweş boranadin.





Mala Qudbedîn Aliş û pîreka wî Perwîn xanimê ava be, bi havaltî û alîkariya wan tehtîla me pir dewlemend û xweş derbas bû. Bîna me bi hev derket, sebra me bi hev hat.





Em bi hev ra têr ketin avê, me bi hev ra têr henek kir û em bi hev ra têr kenîyan. Çend hevalên cîranên me bûn, sohbet û hevaltîya wan jî tahtîla me xweştir kir.





Bi hevalên salan ra rojên xweş dibin bîranînên nemir, dilê meriv pê şa dibe, jiyana meriv pê pirreng dibe.
Gelek sipas ji bo her tiştî, ji bo hevalan gişan.

Swêdî dibêjin derve xweş e, lê mal xweştir e. Erê ciyê me xweşbû, hevalên em hev ra şekir bûn, lê mal kusêx be jî xweştir e. Nuha em pir westîyayî ne, dibê em rojekê bîna xwe vedin....

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE