28 juli 2021

Dengê baranê

Baraneke wer zirp dibare hey hewar, bi kûzan ro dike erdê. Me bi zor xwe gîhand bin terasa hewşê.
Ximîna dengê wê ji ser naylona terasê wek meriv li muzîkeke xweş guhdarî bike.

Şansê me heye, em ji gerrê nuh gihîştin mal. Emê şil û pil bibûna, dezîyekî zuha di me da nedima.

Lê telefona min digot saet li dora 13.00a ewê baran be. Rast derket. Mêrikê "gawir" camêran zanin kînga ewê bibe ewr, kîjan saetê ewê baran bibare.

Bira ew jî bibêjin em zane ne...
Xêra vê zanîna wan em jî tedbîrên xwe digrin û li derve şil nabin.

 XXX

Meriv nexebite, nemeşe, tenê têkeve avê û xwe bide ber tavê jî diweste.

Çar rojan ketim avê û min xwe da ber rojê, xwar û vexwar, wekî din jî tu tiştek nekir.

Yanî min xwar û vexwar û xwe da ber rojê, lê dîsa jî gelkî bêhal û westîyayî me. Tu dibêjî belkî min ji sibê hetanî êvarî wer kevir kişandine.

Lema jî îro dîsa jî westîyayî, jipertavdaketî û bêhal im, pir jî bêxew im. Bi xatirê we, ez hew kanim li ber xwe bidim.

Li gorî vî umrî ez biwestim, ji hêz û pertav da bikevim pir ne ecêb e, normal e, ferza ku ez li heynê xwe danaynim û xwe bi xortan ra direwisînim.

 XXX

Siba we bi xêr. Ev pênc roj in hûn bê dûrik, bêyî gotina xweş mane.
Dûrikên ez sibehan belav dikim wek fîncanek qahwa serê sibê ye, can û cesedê meriv nerm dike, dilê meriv ji xew radike û şa dike.
De kerem kin vêsê dîsa dilên xwe şa kin.

Derdê dila çiqas no ye

Ji bîr nakim şev û ro ye

Lawkê delal dilerizî

Weke pelê ser çilo ye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE