28 juli 2021

Hovan hosteyekî ken kuştin !


Hov û qatilên Telîban li Afganîstanê hosteyekî ken, komedyenê bi nav û deng Khasha Zwan bi hovîtî kuştin.

Vîdeoya çawa li Khasha Zwan dixin jî wek belgeyeke hovîtîyê û nameredîya xwe belav kirine. Dilê meriv diperite, min min nikanîbû lê sêr bikira.

Hêzên îslamî ne li Afganîstanê tenê, li ku derê hatibin ser hukim, nemirovî û wahşbûna xwe nîşanî dinyayê dane.

Îdeolojîya îslamî îdeolojîyeke ne ya vê serdemê ye, îdeolojîyeke wahşa ye. Kesên sadîst, kesên ji ûjdan û însanyetê bêpar bûne dikevin nav van tevgerên hovan û dibin wahş û celad.

XXX

Wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulûsî Akar gotiye, ”Mexmûr û Şingal jî ne li derî hedefên me ne û li ser Mexmûr û Şingalê em bi Bexdayê û Hewlêrê ra gotûbêjê dikin.”

Hedefa we ne Mexmûr û Şingal tenê ye, hedefa we kurd hemû ne, hûn dixwazin li her beşê Kurdistanê rewşa kurdan yek a kurdên bakur be. Vê hedefa we hûn bibêjin, nebêjin em baş zanin; gerek kurd li tu beşekî Kurdistanê azad nebin.

Nuha hûn xurt in û lema jî hûn çi dikin ji w era dimîne. Lê dinya ne sal û carek e, kes nizane sibe ewê çi bibe. Te hew nêrî tiştê hat sere Şahê Îranê, serê Seddam Husên, were sere te û serokê te jî.

 

6 kommentarer:

  1. Nivîskaro ma tu ergatiîfa kurmancî nizanî? Ma hostayekî ken (hovan) kuştin an 'hovan hostayekî ken kuşt'?

    SvaraRadera
    Svar
    1. Dibe ku ez "ergatîfa kurmancî" bi qasî te nizanibim. Ev mimkûn e.
      Lê bi kurmancîya ez zanim meriv nabêje "hovan hosteyekî ken kuşt." Çimkî qatil, hov ne yek e, pir in. Lema jî "Hovan hosteyekî ken kuştin" rast e.
      Hovekî, zalimekî hosteyekî ken kuşt. Hovan, zaliman hosteyekî ken kuştin.
      Lê mimkûn e ev li gorî "ergatîfa" te şaş be....

      Radera
  2. Wan (hovan) ew (hosteyê kenê) kuşt.

    SvaraRadera
  3. Wan (hovan) ew (hosteyên kenê) kuştin. Li vir hosteyên kenê ne yek e.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Min li ku gotiye "hosteyên kenê" ?
      Ne mimkûn e ez peyveke hewqasî şaş bibêjim.
      "Wan hovan ew hosteyên kenê kuştin" kurmancîya bajarîyên dûra fêrî kurmancî bûne. Sentaks şaş e, tewang şaş e.
      Kurmancîyeke wiha bira dûrî min be...

      Radera
  4. Na, na te negotiye hosteyên kenê lê heke meriv bibêje "kuştin" tê wê wateyê ku yên hatine kuştin ne yek e.

    Divê kuşt be

    SvaraRadera

PARVE BIKE