29 juli 2021

Amerîka hustuyê xwe di kêrê dide

Ereban dîsa êrîşî seferata Amerîka ya Bexdayê kirine. Ewê bikin, çimkî Amerîkayê neyarê xwe yê sereke dibînin.

Amerîka dewleteke mezin e, pir xurt e, bi hezaran pispor, şêwirmend û aqilmendên wê hene. Lê birêvebirên Amerîkayê dîsa jî ereb û tirk qet nas nekirine.

Amerîkî wer bawer dikin ku heger ew bi ereb û tirkan çêyiyê bikin, ereb û tirk ewê bibin dost û mitefikên Amerîkayê.

Ji bo wê jî xwe ji ereb û tirkan ra kirine merş, her neyartî, êrîş û zirzopiyên ereb û tirkan îdare dikin. Bi vê sîyaseta xwe ya şaş ereb û tirk pir aşûnî kirine.

Amerîkî her deh tiliyên xwe ji ereb û tirkan ra bikin mûm û pê pêş wan ronî bikin jî bêfeyde ye, tirk û ereb ewê tim û daîm neyartîya Amerîkayê bikin.

Amerîka çi çêyiyê bi tirk û ereban bike jî tirk û ereb nabin dost û dilxwazên Amerîkayê.

Ereb û tirk Amerîkayê, heta tevayîya Ewrûpayê neyarên xwe dibînin, neyarên dînê xwe dibînin. Dibê amerîkî vê rastiyê êdî bibînin û dev ji zeytkirina ereb û tirkan berdin. Ew dijminên Amerîkayê ne û Amerîkayê dijminê xwe dibînin.

Heta kurd hebin, heta kurd ji bo serxwebûn azadîya xwe micadelê bidin, ereb, tirk û faris tu carî baweriyê bi amerîkiyan û ewrûpîyan naynin. Tirsa dilê wan rojekê Amerîka û Ewrûpa ewê destegê bide serxwebûna kurdan.

Lema jî ”dostî”  û mitefîkîya tirkan û ereban bi Amerîkayê ra sexte ye, derew e, ji bo ku Kurdistanê çê nebe. Dixwazin bi riya mitefîkiyê nehêlin Kurdistan çê bibe, nehêlin Amerîka piştgirîya kurdan bike. Hemû mesele ev e.

Ya na ereb û tirk ne wek dewlet û ne jî wek milet tu carî nabin mitefikên Amerîkayê.

Li dinyayê tu miletekî din bi qasî tirk û ereban ne neyarê Amerîka ye. Dibê amerîkî vê rastiyê bibînin.

Kî bibe mitefikê Amerîkayê ereb û tirk nabin, lema jî dibê amerîkî dev ji sewda dostîya tirkan û ereban berde û piştgiriyê bide serxwebûna Kurdistganê û kurdên serhişk û totikvala mecbûrî tifaqê bike.

Li Rojhilata Nêz û Navîn bêyî kurdan û yahûdîyan tu miletekî din nabe dost û mitefikê Amerîkayê.
Ne qantir dizên, ne jî ereb û tirk dibin mitefikên Amerîkayê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE