29 juli 2021

Ax ji derdê vê kalîtîyê !

Her kes dixwaze zû nemire, gelek salan bijî. Lê kes naxwaze kal û pîr bibe. Ez jî wisa me. 
Çimkî kalîtî û pîrîtî bendera (lîmana) her nexweşîyê ye, meriv ji hêz û taqetê da dixîne.

Bîstek berê min û xanimê di telewîzyona 4a da li programa Ernst Kirchsteiger(Havîn bi Ernst ra)temaşe dikir.

Berê serê min ket ber min, ez xulmaş bûm. Dengê Ernst, gotinên wî yên bi wezn û aheng dihat min lê çavên min venedibû.

Min caranan serê xwe radikir û çavê xwe vedikir, lê dîsa serê min diket ber min.

Min carê bala xwe da xanimê tew ew ji min xerabtir e, hustuyê wê bûbû wek nêka teşîyê.

Zimanê şîrîn û şaîrane yê Ernst Kirchsteiger em her du jî wek mirîşkan di xew ra kiribûn.

Dema ez xort bûm qet nedihat bîra min ezê rojekê wiha kal bibim û li hewa di xew ra herim. Jiyan wiha ye, heta neyê serê meriv, meriv bawer nake kalîtî heye.

Dil ciwan e, hîn jî dilbijok e, lê hêz têrê nake.
Pêşîyan gotine, "kal bû, ji eyb û udra bar bû." Nuha barê me ew e, nexweşî, eyb û udir li me kom bûne. Em kiş dikinê, dixwazin ji xwe dûr xin, lê nabe, yek dihere, yeka din tê.

Ez gelek tiştan hîn jî wek xortekî xeyal dikim, dilê min hîn jî wek yê xortekî lê dide, lê bi xwezîya dest nagihîje baqê kezîya. Ev jî rastîyeke.

2 kommentarer:

  1. Vê nivîsê ez êşandim Xalê Zinar, xwezîya min nexwenda.

    SvaraRadera
  2. Çima tu pê êşîya, qey moza kalîtiyê li dora te jî vingîn e?
    Emerê jîr û dilzîz, di umrê te da min hesin bi sarî ba dida, zû teslîmî kalîtiyê nebe. Erê ez carnan gazinan dikim, lê hîn jî ez wek xortekî dijîm...
    Dilê xwe xera neke, li evîneke nuh bigere.

    SvaraRadera

PARVE BIKE