31 juli 2021

Em û tirk di şerekî man û nemanê da ne

Em û Tirkiye û miletê tirk li sê beşên Kurdistanê di herbê da ne, di herbeka man û nemanê da ne.
Tirk dixwazin wek milet me biqelînin, li ser koka me rûnin; em jî li ber xwe didin, ji bo ku ji ruyê dinyayê wenda nebin.
 
Tirk xwedî dewlet û artêşeke mezin in, ji bo ku dewleta wan heye ji me gelkî xurttir in û îmkanên wan jî hezar carî li yê me ne. Lema jî îhtîmala me ebedîyen bindest bihêlin û bere, bere bihelînin pir zêde ye. 

Yanî tirk xwedî pilaneka jenosîda me ne. Hebûna çend tirkên demokrat û dostên me vê rastiyê naguhere.

Dibê siyasetmedar û partiyên kurd vê rewşê wiha bibînin û li derve û hundur siyaseteke li gorî vê rewşê bimeşînin.

Serê salan e Tirkiye li hemberî me kurdan siyaseteke irqçî, faşîst û jenosîdal dimeşîne.

Dibê em vê rastiyê bi medyaya dinyayê, bi Neteweyên Yekbûyî, bi Yekîtiya Ewrûpayê bidin fêmkirin. Ji bona vê xebatê xwe organîze bikin, li her welatî komîteyên xebatê ava bikin.

Pişopişoya ji tirkan ra rewşa me xerabtir dike, tirk bêtir cesaretê digrin û har dibin. Dibê em bêdeng nemînin, bi qasî kanibin bersîva êrîşan bidin û giraniyê bidin xebatên dîplomatîk û lobîst, bi dinyayê bidin fêmkirin em wek milet rûbirûyê jenosîdeke mezin in, tiştên anîn serê êrmenîyan gav bi gav tînin serê me jî.

Êrîşên ser kurdan ên bênabên û qetlîama do li Konyayê bû nîşan dide jiyana me kurdan gişan di talûkê da ye.

Li Tirkiyê tu kurd, heta kurdê herî bênamûs û hevalê dewletê jî ji jiyana xwe ne ewle ye. Ev yek atmosfera şerekî mezin û jenosîdê ye.

XXX

Tirkan do li qeza Konyayê Meramê girtine ser maleke kurd, 7 kes kuştine û mal jî şewitandine.

Jin û zarok jî tevê, malbat giş bi hovane kuştine. Medenîyeta tirkan wiha ye. Dilê yên digotin kurdan daristan şewitandin rehet bû, tirkan 7 kurd, bi jin û zarokan ra kuştin.

Çend roj berê jî êrîşî vê malbatê kiribûn, nuha bi tevayî kuştin.

Jixwe xuya bû ewê wiha bibe, hukûmetê zemînê vê qetlîamê hazir kir.

Ji bo ku tirk qetlîamên wiha bikin hukûmetê got endamên HDPê daristan şewitandin. Qatilê vê qetlîama mezin hukûmet e. Jiyana her kurdê li Xerbê di talûkê da ye. Dibê partiyên kurd bi hev ra alîkariyê ji Neteweyên Yekbûyî bixwazin.

 

XXX
Ji bo ku agir bi daristanên kurdistanê kevin balafirên Tirkiyê daristanên Zaxo bombebaran kirin. Şewat hîn jî berdewam e.

Tiştê tirk tînin serê me kurdan sûcên pir giran in, sûcên li dijî mirovahîyê ne.

Miriyên me ji gorrên wan derdixin û davêjin çolan.

Daristanên me bi zanîn dişewitînin.

Hukûmet tirkan li kurdan dielimîne, kurdan terorîze dike.

Ev sûcên pir giran in.

Lê em nikanin bi van tirkên faşîst û namerd û dinya jî ji bo ku em kurd in dengê xwe nake. Lema tirk har bûne, bûne gurên har û bi me ketine.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE