Qet ne hewce ye em li ser hovîtî û nîjadperestîya tirkan xwe biwestînin, her kurd baş zane tirk jî û dewleta wan jî ji me nefret dikin, me neyarên xwe dibînin. Û bi vê jî qîma xwe nînin, dixwazin me ji ruyê dinyayê rakin.
Tirk li hemberî me wisa tije kîn û nefret in ku bawer bikin wek yamyaman xwîna me jî vexun dîsa jî dilê wan rehet nabe, gunehê wan bi me nayê. Kurd hemû bi viya zanin.
Mesela me ne îspatkirina neheqî û zalimîya tirkan û dewleta
wan e, her kurd bi vê rastiyê zane.
Mesala me ya esasî û tiştê dibê em li ser bipeyivin, li
hemberî Tirkiyê û tirkan dibê em çi bikin, siyaseteka çawa bimeşînin?
Tirk dijmin in û rica ji dijmin nabe. Li hemberî vê dewleta
irqçî, faşîst û vî miletê har, neyarê serê me dibê xwe çawa biparêzin?
Pirs ev e, dibê zanayên me, siyasetmedar û partîyên me li
ser vê mijarê serê xwe biêşînin û li çareyekê bigerin. Nabe ev halê me wiha dom
bike.
XXX
Gerek di gorrê da ew nekirina cîranên tirkên qatilên wan
Cenazeyên 7 kurdên li Konyayê hatibûn kuştin li wir hatine
gorrkirin.
Bi bawerîya min şaş e, dibê li wê axa bênamûs nehatana
gorrkirin, di gorrê da jî nebûna cîranên vî qewmê neyarê me. Dibê cenaze
bibiprana Qersê, gundê wan, welatê wan. Ez zanim birina heft cenazeyan zor e,
lê dibê kurd û partiyên kurd mil bidana ber vê yekê û ew li kêlek van hovan
gorr nekirina.
Yên bi saxî cîrantîya meriv qebûl nekin, meriv bikujin meriv di gorrê da jî nabe cîranê wan.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar