31 juli 2021

Tirk afganan ji bo şerê me bikin tînin

Tirk rojê li dora 1000 afganî û pakîstanî ji Îranê tînin Tirkiyê. Ev 5-6 sal e koça afganan dom dike. Belkî li dora milyonek afgan anîne Kurdistanê û Tirkiyê.
Ev ne ji xêrê ra ye, tirk dixwazin bi afganan demografîya Kurdistanê biguherin, tiştên anîn serê Efrînê, bînin serê her bajarê Kurdistanê.
Gelek cahil û totikvalayên me jî nan didin afganan, ji bo wan hêsiran dibarînin.

Min çend caran bal kişand ser vê meselê. Di vê koça afganan da pilaneke tirkan heye, tirk bela sebeb rojê hezar afganî ji Îranê teslîm nagirin.

Bi baweriya min tirk ewê van afganan wek kafkasî, balkanî û ozbekan bikin çekdarên xwe û dîsa li Kurdistanê bi cî bikin.

Heger pilaneka tirkan ya bi vî engî tunebe rojê bi hezaran afgan neqlî Tirkiyê nakin, ewê sînorên xwe biparêzin.

Tirkiye sînorê xwe ji afganan ra vekiriye û wek kerîyên pez wan ji Îranê derbasî vî alî dikin. Ev ne ji xêrê ra ye, tiştê tirkan li Efrînê û Serê Kaniyê kirin, dixwazin li her bajarê Kurdistanê bikin.

Dixwazin bi afganan demografîya Kurdidstanê biguherin.
Gerek parityên kurd, siyasetmedarên kurd li ser vê meselê pir cidî rawistin, ji hukûmetê bipirsin, bibêjin çima we sînorê xwe ji afganan ra vekiriye?
Çima hûn dihêlin rojê bi hezaran afgan ji Îranê werin Tirkiyê?

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE