Nabêna mêrik û xanima wî qet baş nedibû, di mal da tim pevçûn û şer bû.
Mêrik rojekê derdê xwe ji hevalekî xwe yê zana ra got.
Hevalî wî got:
-Tim pesnê wê bide, pesnê karê dike bide. Mesela piştî te şîv xwar, pesnê şîva wê bide.
Şîreta hevalê wî ket serî û êvarî piştî şîva xwe xwar, bi rûkenî
ji xanima xwe ra got:
- Xanim, Xwedê bi destê te ra be. Te pirr xweş çê kirîye.
Bawer bike min cara tirşikek hewqasî xweş nexwarîye, hindik mabû min tiliyên
xwe pê ra bixwara.
Jinikê awirekî tûj dayê û bi hêrs got:
-Wey Xwedê bela xwe bi te de înşela! Xwarinên min di zar û bîvila
te ra were!
Hewqas sal in te rojekê jî şîva min neeciband û pesnê
xwarineke min neda. Îşev ev tirşika cîrana me ji me ra anî, tu pesnê wê didî.
Xwarinên min li te jahr be înşela !
Du pîrên hilhilî li hev rûniştibûn derd û kulên xwe ji hev
ra digotin. Yekê ji ya din ra got:
-Tu zane, ev demeke bi kokimê kalê min ra xûyekî pir ne xweş
çê bûye, nenûkên xwe dixwe. Min çi kir jî dev jê berneda. Ev xûyê wî min dîn
dike.
Hevala wê got:
-Wîîî, wele kalê min jî demakê eynî tişt kir. Lê min tedbîrek
girt tavilê dev jê berda.
Pîra din bi heyecan got:
-Te çi kir ? Hela ji min ra jî bibêje, ji bo ku ez jî eynî
tedbîrê bigrim.
Pîra hevala wê got:
-Pir rehet e, min diranên wî veşartin.
Tuxtor(bijîşk) di emelîyatê da meqesek biçûk di zikê nexweşê
xwe da ji bîr kiribû. Mêrik rehet bû. Dema fîlmê wî girtin dîtin ku meqes di
zikê mêrik da ye. Mêrik ji tuxtor ra got:
-Tuxtor beg, hûnê meqesê kînga ji zikê min derxin?
Tuxtor got:
-Tişt nabe, bira ew jî diyarîya(hedîya) me be ji te ra...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar