02 juli 2021

Kitêbxaneya min îro dîsa zengîn bû

 


Van rojan Xwedê daye min, ji min ra kitêb li ser kitêbê tê. Kitêbxaneya min ji berêvkê da dewlemend dibe. Yanî îşê min baş e, kêf kêfa min e.
Çend roj berê jî Avestayê ji min ra çend kitêb şandin.
Îro jî kitêbxaneya min bi du kitêbên Înan Eroglu dewlemendtir bû.
”Serpêhatîyên Înanolo û Çîrokên Din” û ”Têbîniyek Înan Eroglu” îro gihîştin destê min û di kitêbxaneya min da ciyê xwe girtin.


Zirf(kaxeta li kitêban pêçayî) qetîyabû, lastîkek lê gerandibûn, lê dîsa jî kitêb ji Bismil sax û silamet hatin heta Stockholmê.
Hin serpêhatîyên Înan min berê xwendine, lê ne giş, bi xêr ezê wan ji nuh ve bixwînim.

Înan Eroglu di edebîyata kurmancî da qelemeke nuh e, lê qelemeke pir hêja ye.
Hêvî dikim ev qelema xort, hoste, hêja gelek berhemên din li edebîyata kurmancî zêde bike.
Qelemên wek ya Înan Erdoglu ji edebîyata kurdî ra qezenceke mezin e, hebûna wan meriv dilşa dike.



Gelek sipas ji bo Înan û vê dîyarîya hêja. Ev cara pêşîye ji miin ra ji bajarekî Kurdistanê, ji Bismila şîrîn kitêb tên. Ev jî tiştekî nuh û xweş e, min got ez wê jî bibêjim.

XXX

 Min û xanimê vêsê reqoreke nuh bi dest xist, em 10,19 km, 125 deqîqa meşîyan.


Em saet neha ji mal derketin, li dora 11a hatin mal, me Alby û gola Alby serobinî hev kir û dûra jî hatin malika xwe.

Wek her tim, min dîsa qahwa kurdî çê kir û li ber sîyê qahwa xwe vexar. Piştî wê westê qahwe pir xweş e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE