03 juli 2021

Heta Erdogan li ser hukim be Daîş naqede

Nûnerê Amerîka yê li dijî Daîşê John Godfrey gotiye Daîş li Îraqê û li Kurdistana Rojava hîn jî gefeke mezin e.

Amerîkî ya pir saf û kêmaqil in, ya jî bi zanetî vê demagojîyê dikin, naxwazin rastiyê bibêjin.
Bi bawerîya min herdu ne jî, him kêmaqil in, him newêrek in. NATO jî wiha ye, ew jî newêre tiliya xwe berbî Tirkiyê bike.

Helbet Daîş hîn jî gefeke mezin e. Çimkî Daîş hêzeke Tirkiyê ye, hetanî Erdogan li ser hukim be Daîş tu carî naqede. Titkiyê Daîş çê kir û ancax Tirkiye kane belav bike.

Bêyî Tirkiyê Daîş derew e. Tirkiyê li dijî kurdan û şîiyan Daîş çê kir û dûra bû hêzeke girêdayî artêşa Tirkiyê.

Tirkiyê bi Daîşê Efrîn, Serê Kanîyê û Girê Sipî dagir kir.
Tirkiye bi Daîşê şerê kurdên Rojava dike.
Tirkiye bi Daşê li Azerbêcanê şerê êrmenîyan kir.
Tirkiye li Lîbyayê bi Daîşê şerê hêzên Heftar dike.

Amerîka, Rûsya, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê viya zanin, lê tirkkan ditirsin, lema newêrin bibêjin Tirkiye li pişt Daîşê ye.

Yanî heger Amerîka, NATO, Yekîtiya Ewrûpayê dixwazin Daîşê biqedînin dibê berê xwe bidin Tirkiyê.
Heta Erdogan li ser hukim be û ewrûpî jî nebêjin Daîş hêzeke girêdayî Tirkiyê ye û destê xwe nexin gewrîya Erdogan, wî nefetisînin, Daîş tu carî naqede, ne mimkûn e biqede.

Heta ji Hêzên Hevpeyman tê bira her roj Daîşê bombebaran bikin, bikujin, meselê hal neke, Daîşê naqedîne.

Roja din Tirkiye dewsa wan tije dike. Di bin destê Tirkiyê da bi sedhezaran çeteyên îslamî hen.

Tirkiye bi van çeteyên îslamî ji Yekîtya Ewrûpayê xûgê digre, li Azerbêcanê, li Lîbyayê bi wan pera qecenc dike. Heta Erdogan bivikê nebîne dev ji vê tîcaretê bernade.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE