04 juli 2021

Xatir

Yekî elwî rojekê bû mîvanê dostekî xwe yê sofî. Wexta nimêjê hat, sofî ji mîvanê xwe ra got:

-Wexta nimêjê ye, rabe em bi hev ra nimêja xwe bikin.

Mêrikê elewî, got baş e, rabû bi sofî ra nimêj kir.

Piştî nimêj qedîya, hat bîra sofî, mîvana wî bêdesmêj nimêj kir. Jê ra got:

-Ez bawer dikim te nimêj bêdesmêk kir. Min nedît te desmê girt. Qey te ji bîr kir.

Yê elewî got:

-Li ba me xatirê dostanîyê zêde ye. Te got rabe em bi hev ra nimêja xwe bikin, min kir. Heger tu bibêjî rabe desmêjê jî bigre, ji bo xatirê te, ezê wê jî bikim.

 

Çend quriş

Mêrik çend lîre da serxweşê parsek. Serxweş got mala te ava be, perê xwe kir bêrîka xwe û riya xwe dom kir.

Mêrik deng lê kir, jê ra got:

-Kuro wele ez zanim tu yê rast herî bîrexanê...

Serxweş lê vegerîya, got:

-Malava, ma bi van çend qurişan meriv kane here Hecê?

 

 

Helal û heram

Ji yê araqvexur pirsîn, gotin:

-Bi ya te araq helal e, heram e?

Araqvexur serê li ba kir, got:

-Wele li gorî dev diguhere, ji hin devan ra heram e, ji hin devan ra helal e. Mesele ji devê min ra helal e.

 

Bi isûla wan nizane

Yek biribûn ber dara sêpiyê, ji bo ku bi darda kin.Kursîyek danîbûn ser maseyekê ji bo ku mahkûm hilkişe ser kursîyê û ben têxin hustuyî wî û dûra jî kursîyê(sandalîyê)ji bin nigan bikşînin.

Mahkûm çû li ser kursîyê rûnişt. Celad bi hêrs got:

-Rûmene, hilkişe ser û ji pê bisekine !

Mahkûm kenîya, got:

-Heyra li qusûra min nenêre, ev cara pêşî ye min îdama dikin. Lema jî ez bi isûla we nizanim.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE